1 Şubat 2019 Cuma

Yaşar Eroğlu: Gundê Qazî

Nîhatê kurê Xalitê Hecî Ûsiv tiştekî pir baş kirye, ev mala înternetê ava kirye ku gelek tiştê der heqê Qazî da lê cî kirye. Saya vê mala înternetê da eger xelqê ji Qazî, eger ne ji Qazî der heqa Qazi da dikare gelek tişta bixune û eger bixaze tê da binvîse. Mala wî ava dest û tiliyê wî sax bin.


Ez jî merivekî ji Qazî me. Mi go, madem ez jî li vî gundî mezin bûme, mi av û nanê vî gundî xariye, haja mi ji vî gundî heye, destê mi jî tê ku ez binvîsim. Desto tu qurbana serî bî. De haydê tu jî binvîse. Aha ez jî ketime vê rêyê, ji we ra merheba diwêjim. Ez ê ne bi zimanê xu yê nivîskariye lê bi zimanê gundiyê xu va binvîsim.

Ez ê ji nasandina gund dest pê bikim. Serî da jî ji cografyayê va bikevime nav vî îşî.

Cografya Gundê Qazî:

Gundê Qazî pişta xu kutaye pala camiya gund. Beriya kurmancê îro ermenî li vî gundî mabûne. Piştî şerê Ûris-Osmanî ermenî revîne, gund bêxuyî maye. Wexta ku her tişt kîs bîs bûye, kurmancê ji yalê Îdirê revîne, berê xu dane çend gundê deşta Zêtka(Elaşgirê). Hinek malbat hatine li Gundê Qazî cî bûne. Kifşe ku Qazî li ser xezna avê ava bûye. Yê ev gund ava kirine, hişê wan baş xebitiye. Ciyê av lê heye ber û bereket jê kêm nabe. Çimkî av heyat e. Gundê Qazî ji pişt pala gund, kaniya meytewê, kaniya camiyê, kaniya mala Evkerîm, kaniya mala Hecî Zêwit, heta kaniya newala Ewrehman, kaniyê Lîçê, çevkaniyê Hecî Tahir, kaniya mala Hecî Bekir, çevkaniyê newala Biziyê pê da pê da pal û girê gund ser xezna avê ye.

Serpalê ku serê sibê hodaxê gund top dibûn, heta wextekê her yekjı wê berve yalîkî bela dibû. Newala pişta palê ra rêya transîtê derbas dibû. Yalê din newala xaça bû. Zeviyê tapê newala xaça ra rêya berê derbas dibû. Jê ra digotin rêya têp. Ji tapê Mengeser heta nêzî ava Kopqiranê Eyûbpaşa zeviyê gundê Qazî dirêj dibin. Rêya aşê Kopqiran zeviyê yalê tapê Mengeser û Zîro ji hev diqetîne. Îro ew rê hema bêjin inda bûye. Bintara rê yalê Zîro şorik e. Wexta biharê dibe avzêm, meriv nikare tê ra derbas bibe. Îro dîsa isa ne, ne isa ne nizanim. Kewşenê Zîro nêzî istasyona petrola Zîro diqede. Rêya maşînê (transît) xilasiya devê newala Lîçê daye. Rêya aşê Kopqirîn navbera zeviya Sebriyê Hemîd û Mihemedê Emerê Nado ra derbas dibe, ji rasta newala Lîçê, kêleka ciyê xuliya spî ra, newala Evrehmîn ra tê ser gund. Îro ew rê jî hema hema inda bûye. Yalê newala Lîçê ya mile Zîro heta ser tuşa tapê newala Biziyê xilas dibe. Meriv berê xu dide yalê Kopqiran, Mengeser çiyayê Hevreng, Kela Pazûkê, zozanê Sînegê ji dûr va dibîne.

Rêya têp ya berê niha bûye rêya teze ya transîtê. Berê dora rêya transîtê nêzî kewşenê Zîro merzelê Lêz hebû. Wexta ku rêya teze fire kirin, mezelê Lêz hilşandin. Tevî hestiya kete bin rê. Wexta rêya maşînê serê sifte çêkiribûn, wî çaxî xebatkarekî laz li wir miribû, wê derê defn kiribûn. Rêya ji gund diçe Qerekilîsê û Mengeser eraziyê gundê me yê têp dike du felq. Rêya transîtê jî wê felqê dike du felqa; yalê tapê Onceliyê, dewama tapê yalê Mengeser. Yalê tapê Onceliyê newala Şewo û newala Hisê hema hema heta ber serê riya transîtê dirêj dibin.

Meriv ji tapê pala gund dinêre deşteke fire ku heta Qerekîlîsê dirêj dibe, dibine. Çemê Mûradê wê deştê bir dike, dike du felqa. Wexta biharê ava berfê çêm har dike. Çiqas erdê rast be dide ber xu û diçe. Bihar demsala herî xuş ya gundê Qazî ye. Kulîlkê reng rengî, keskaya zeviya, mêrgê mîna xalîçeya qîçik hewasa meriv tîne. Li pêş çevê meriva çiyayê Eledaxê bi berfa serê xu, tu dibêjî xemla spî avêtiye serê xu, bîbikê çevê meriva têr dike.

Yalê tapê Onceliyê çil sal berê dewletê bi dirika qorix kiribû. Wexta qorixê mêrga dirik jî dihatin qorixkirin. Kesî nikaribû dewar- pez berda nava dirika. Wekê berdidanê cendirma dewar top dikir dibire qereqolê. Newal Şewo, Newala Hisê nava qorixa dirika da dima. Kaniya Hisê, kaniya Şewo du kaniyê çêkirîbûn nav newalê dirika da. Bintara têp da rêya kevn ya maşînê derbas dibe. Çayira Çelê, mozelan, şorik kêleka hev in. Ava aşê Onceliyê ji eraziyê gundê me ra derbas dibû, wexta ku aş hebû. Rêya gundê me û Mengeser ji Newala Evle ra derbas dibe. Li wê newalê jî gelek kanî hebûn. Gundiya erd kolane, kanî birina ber malê xu, ji ber wê jî hema bêjin kaniyê hêşinayî dora wan hebû çilmisîne, ziha bûne. Pala serê newala Evle ji bo rêya transîtê xulî bikin, bi kamyona xulî kişandine, nîvê palê xilas bûye. Rêya maşînê ya kevn ji ber meytewa gundê me ra derbas dibe, berve Gundê Zîro diçe.

Eraziyê gundê me yê seranser dora Mûradê ra dibêjin pêş Qezer. Ava çemê Mûradê her sal cîkî ra derbas dibe, gelek eraziyê xam jî xera dike. Bona wê çend sala carekî cî cîna da de(h)lê teze çêdibin. De(h)lê Qazî yan sînorê Qazî da hene yan jî ber gund. Ewana ev in. De(h)lê pêş gund, ji berê va hebûye, paşê Mûradê birye lê dîsa hêdî hêdî mezin dibe. De(h)lê Mêralî, De(h)lê walî Mûradê, De(h)lê Elbaqî. Ji ber ku dewar pez pir kêm bûye serî da De(h)lê Elbaqî, de(h)lê gund gişt bûne mîna mêşe. Ev jî heye, meriv behsa Bicixê Elîxan neke nikare derbas be. Li gundê me çend zevî û mêrg hene navê wan nayê ji bîrkirin: Wekî Bicixê Elîxan, zevîyê tapê xaça, zeviya Emir, newala Hecî Bekir, çayîra Çelê, pira Hesen, newala Hisê, Newala Şewo, şorik, mozelan, zeviya Teyrokê, zevıya Berheqê, zeviya Dehl, zeviya Elîcan, zeviya Paşayê Masir, zeviya Bendê ya Eso, çayîra Heso (Seîd), newala Evrehman, zeviya Oncê, zeviya Lîçê, zeviya Qemenê Lalê, çevkaniyê Têhir û erdê gundê walî Mûradê ku warê hodaxa bû û çend yê din.

Du rêyê Ûris ji deşta gundê me ra derbas bûne. Yek riya ereba ne, ji binê gund ra derbas dibe, ji binê newala Lîçê, çevkaniyê Têhir ra derbas dibe, berve Zîro diçe. Ya din riya şîmendoferê (tren) ye. Ûris wexta şerê sefere da ev rê çêkiriye, heta ber Birnê Êzdo, kêleka Qerekilîsê aniye. Şoreşa (înqilab) Bolşevîka dest pê kiriye, paşê Lenîn emir daye vekişin, eskerê Ûris vekişyaye. Ew rêya trenê jî isa maye. Gundiyê deşta Qerekilisê, serî da jî gundiyê me hesinê rê anîne, avêtine ser xanî û avayê xu. Niha ji wê rêya trênê ji xeynî kevrê spî tu tişt nemaye. Gundiya rê rakirine, tevî zeviyê xu kirine.

Gerek meriv behsa rêya Qezer jî bike. Rêya berê ya ereba kopelan dida ji nav eraziyê gundê me ra derbas dibû. Yek jî riya peyeya hebû. Berî çil sala rê ji nav eraziyê gundê me diçû. Qezerî rasterast peya ji şiverêya eraziyê gundê me ra derbas dibûn. Ciyê niha mala Hecî Îbrahîm Ûso lê ye, ji wir ra rast diçûn Qezer. Tabî qezerî wekê derbas dibûn carina hinek gundiyê me digotin, ‘gundiyê Gawur Aqo nav eraziyê me ra derb as dibin.’

Em werin yalê Lîçê û Çavkaniyê Têhir. Ji newala Ewrehmîn derbas dibî li wan pala gelek çevkanî hene. Ber serê onca mala Hecî newala Lîçê dest pê dike. Newala Lîçê newaleke kana avê ye. Warekî hodaxa yê din jî newala Lîçê bû. hem dewar pez lê diçêrya, hem jî ji ber avê ciyê mexelê nîvro bû. Heft-heşt çevkanî lê hebûn. Ava wan kaniya seranserê newalê dikişya. Av tene ji qanalekê nediçû. Av bela dibû, erdeki fire hêşinayê jê çêdibû. Zeviyê serê newalê ji avê avê dihatin avdan. Laz dihatin gundê me, erd direşandin, bostan diçandin. Ji newala Lîçê qanalek kolabûn, ji palê Lîçê ra herqa avê anîne ser zeviyê. Niha ava gund ji newala Lîçê tê ku li ber hev malekê kaniyek heye, teşkilata mitbex, serşo û tuwaletê heye. Tev ew kanî li yek cihî anî ser hev, depo çêkirine, birine depoyê avê yê gund. Newala Lîçê bi tiştekî din jî navdar û meşhur bû. Ew jî jê ra digotin ‘Newaleke nexalî ye’. Şev û wekî xalî bûya roj jî saw dikete ser gundiyan. Hineka digot, cin lê hene, hinekan digot, tirs û xof meriva dîl digre.

Meriv ji çevkaniya derbas dibe, newala Hecî Bekir, paşê jî newala Biziyê ye. Newalê da darê biziyê hêşîn dibin, navê wê ji wir tê. Sînorê Qazî û Zîro da ye. Jê ra dibêjin newala cina. Ne şev ne roj kes newêre bi serê xwe ji wir ra derbas bibe. Dibêjin, merê mezin hene, cin lê tiji ne.

Em hinekî jî behsa bicîbûna malê gund bikin. Serê gund î walî berpalê mala Hecî Zawit û kurê wî heye. Şûnda mala Evkerîm, niha kurê wî, bintara wan mala Mihedê Evrehman /bavê min) û kurê wî, bin wan mala Cemalê Hecî Heyder, kêleka wî mala Metînê Hecî Memê, mala Ûsivê Hecî Emer, Kemalê Sîsê binê wan in, gelek malê ecema rex wan in, lê mehle guhiriye ez nizananim kîjan tam mala kê ye. Mala Ûrfanê Ûsiv, mala Ehmedê Emoş, mala Siloyê Îskender, mala Edo, mala Heyderê Hesê Qirix; Mikayîl li wê gerînekê ne. Jê ra wan mala Îsayê Emer û kurê wî, mala Fetê Hiso, kurê wî Cemal, malê Mîrze û Xidirê Elo fêza malê ecema ne. Dewsa mala Hecî Bekir da tene Atîla maye ku wê derê heta bîst-sî sal berê jî li wê tangê hela hela bû, dem û dezgahê wan pir saz bû. Mala Elîcanê Tahirê Evdo kêleka wî ye, Cesê Elmecîd, Xalisê kekê Elîcan bintara mala Elîcan in. Fêza Elîcan mala kurê Silhedînê Hesenê Celalî û mala Îboyê Hiseynê Hecî Emer, pişta wî jî mala mele Mihemed, mala Mûsa, Îsayê birayê wî ya berê niha vala ne, kes lê namîne. Kêleka kavilê mala mele Mihemed mala Qesoyê Îskender, li ser kavilê mala Cambaxiş û Emirê birayê wî ava bûye. Jora wan mala Xalisê Mihedê Emer, kêleka wî mala Muxlisê Kejê birê Elîcan, li jora wan camiya gund avakirî ye. Kêleka camiye mala Îsmetê Ahmed, pêş wî mala Cesîmê Hecî Bedir ku tene havînê çend roja lê dimîne. Pişta mala wî Xasêya jina Silo, rex wê mala Mihyedînê Xoce Memed, Îmdatê Ahmed, bintara wan mala Bahadîn, Şahîsmayîl, Qutbetînê Ûsivê Edê cî digrin. Pişta kavilê mala Nûredîn û Siloyê ecem, Eliyê Hiso, Siloyê Hacê mala Lezgî heye ku ser bingeha mala Nûriyê Çerkez ava bûye. Mala Îbrahîmê Eliyê Hiso ser kavilê avahiyê mala Hecî Şewo ava bûye. Kêleka wî mala Şefê Îsa ye. Kavilê mala Hecî Ûsiv, mala Edoyê Kerîm, Sebriyê Hemîd nemane, bûne erdê rast. Bintara mala Şefê mala Hecî Mistefayê Îsmayîl-Valdê, kêleka wan mala Îkramê Hiseynê Hecî Emer, ser bingeha xaniyê Nisret û Xalitê Ûsiv ava bûye. Kêleka wan merzelê gund yê berê ne ku niha jî piranî defn li wir dibin. Fêza mala Îkramê Hiseynê Hecî Emer, mala zarê Elmecîd, mala Xalisê Mihemed, meytew, mala gavan û avayiya teziya gund cî girtiye. Li jora kaniya meytewê mala Nizamedînê Hecî Îsmayîl, wê tûşê da pişt palê mala Eloyê Hecî Îsmayîl avakirî ye.

Salê nodî şunda meheleke teze li gund çê bûye. Kêleka merzelê gund yê teze ava bûye heta newala Evle yanî riya Mengeser hatiye avakirin. Ez, mala kê li ku derê ye tam nizanim lê xuyê mala ev in: Mala Tefê Edo, Mihedê Edo, mala Memê Nûrî û kurê wî. Mala kurê mela Mihemed, mala Xidirê Mihemedê Emer, mala kurê Mûsayê bire mele Mihehmed, mala Şekoyê Edê, mala kurê Xidirê Elo, mala kurê Resûlê Elo û mala Silhoyê Hecî Îsmayîl. Li mehla teze bintara rêya Qezer mala Xalis, Silhedîn û Hecî Kemalê Eliyê Hacî kêleka hev rêz bûne. Ji wan wê da Mala Îbrahîmê Edê û kurê wî, mala Hecî Îbrahîmê(Îbik)Ûso dawiya gund e.

Kurt û kurmancî em dikarin gundê Qazî bi renge cografyayê aha bînin ziman. Xulese Qazî gundekî berpal- berwar, bi dar û ber e. Meriv ji biharê Qazî têr nabe. Heta çevê te bigire hêşinayî ye, reng reng kulîlk in. Hewa hênik, avê sar, darê hêşîn, heyata dora çemê Mûradê; teyrê mesiya, quling, qazê beyanî, sûravêrk, werdekê beyanî, qarîtk, dûvmeqesk û Hacî Legleqa biharê, xêliya spî ya serê Eledaxê tev nexşa xemla Qazî ne.

Em yê ku Qazî dijîn gelo çiqas qîmeta vê xezîna bêbiha, vê xemla dil û mêjî têr dike, dizanin, ew jî pirseke bê bersiv e.

Yaşar Eroğlu
02.02.2019

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder