16 Aralık 2025 Salı

Salê qaçe qaçê da bajarê Îdirê

Salên qaçe qaçê (rev û bez) da Ûris û Fille êrîşê tînine ser bajarên Serhedê yên wek Qers, Îdir û Agirîyê. Go wî çaxî ne tapûyên mala hebûn ne jî yên dikanan (kargeh). Wî zemanî xwedîyên gelek cîyan yan ser wundayî bûbûn yan hatibûn kuştin.
Di nava sûka Îdirê da bi sedan dikan dev vekirî, bê xwedî bûne. Kî birevîya jî ji xwe zirze (kilît) dergê dikanan dixist ku dema ku vegerin dikanan ji xwe ra hildin. Herkes xwe ra zirzeyan, kûpan li derê dikanan dixin ku dema ku vegerîyan lê xwedî derkevin. Apê Mihemed jî li pey qerf û henekan dikeve. Ew jî diçe agir berî sûka Îdirê dide û wusa koçî Agirîyê dikin. Dema ku têne Agirîyê, pesna dide xwe dibêje "min agir berî dikanan da." Millet dibêje "heta ku te agir berdidayê, teyê kilît li devê çend heban xista. Kî ku kuder kilît kir, tapûya wir hilda."

Heman malbat û piranîya gundîyên me ji gundê Hesexanê hatine. Tapûyên wan jî hebûne, lê dewletê tapûyên wan betal kirine û gund daye hinekên din.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder