1 Mayıs 2020 Cuma

Remzîyê gundîye me çawa hate kuştinê?

Berê gundîyên me hemasa çûne yalîyê Wanê, Ebexê wan deran pez, dewar kirîne, anîne van deran firotine. Hecî Hemîdê Şeo digot gundîyên me alvêr (danûstendin) hînî milletê vî bajarî kir. Îja ecemên gundê me jî ji kurdan hîn dibin, ew jî diçine alvêrê.