Remzîyê ecem yê birayê Hecî Dawit, wusa çûbû yalîyê Wanê hatibû, mala Qinyas Kartal ra bûbû dost. Çûbû dawetên wan, şînan da çûbûm hatibûn. Lê axirîyê da wê malê xayîntî ji Remzî ra kiribû; di sala 1966an da Remzî diçe Wanê, yekî ji wê malbatê wî dixapîne, dibêje "li filan gundî gamêşên gelekî erzan hene". Dibe cîyekî kes lê tune, wî dikuje ku perê wî hilde, dinêre ku li cem wî pere tune. Tîne ku bi keviran be ser cinyaze bigire, yek ji wir ra derbas dibe, dinêre ku yekî merivek kuştîye, keviran ve ser digire. Eva dibêje "kuro te çima mêrik kuşt?" Eva dide pey wî, lê wî nagire. Eva merivê xerîb diçe qereqolê ra dibêje, mesela wusa dertê holê.
Almanix (Hecî Hiseyn) ê bavê Remzî diçe Wanê, li wir serleşkerek dibêje "ez sîlahê bidime te, tu jî wî bikuje". Almanix dibêje "ez qetla wî naxime hustûyê xwe".
Ew merivê Remzî kuştîye tê girtin, çend sal şûnda tê berdan. Rojekê diçe mala xesûya xwe, şev dewarê wan didize, dibe difiroşe. Li ser wê dîsa tê girtin. Êdî aqûbeta wî çîye, kes nizane.
Remzî wê salê tînin, li Qazî defin dikin. Qîzeke Remzî hebû. Jina Remzî jî Hecî Dawit ji xwe ra dixwaze, ji Hecî Dawit du kurên wê dibin. Paşê jî Hecî Dawit, Gulenazê dixwaze. Ew qîza Remzî, dabûne azerîyên Mengeser, li wir mêr bû.
Rojekê Hecî Bedirê apê Ûso diçe Îdirê, yekî Îdirê dibêje:
"Almanixê (Hecî Hiseyn) bavê Dawid li Îdirê merivekî bê sûc û bê guneh kuşt".
Hecî Bedir jî dibêje:
"Welle kurê wî jî wusa bê sûc û bê guneh kuştin".
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder