Çemê Mûradê erdê gundê me, Sofyan, Bîrka û Qezer ji hev diqetîne. Qasî duhezar-sê hezar dekar erdê gundê me li ser sînorê Sofyan, Bîrka û Qezer dimîne. Me ew erdê ser sînorê wan gundan maye ra digot, Walî. Yanî erdê li wî aliyê Mûradê maye. Heta ava Mûradê daniya hodax derbasî wê derê nedibûn. Ji ber wê heta meha Hezîranê ew der jixweber qorix dima. Walî mîna mêrgê qorix heta ber çoka gîha radibû.
Walî bi serê xwe çîrokeke gundê Qazî ye. Adeta ew der bi dehan salan zozana gundê me bû. Ava Bîrka kevşenê (sînor) Walî bû. Ji wê şunda jî erdê Bîrka û Qezer heye. Gundî û hodaxan pêşiya çiqa avê dibirîn, çendik çend cara masî digirtin.
Bi dehan salan çûn hatina walî bi xwe ra kulturek jî derxistibû meydanê. Her sibe hodaxa dewarê xwe dianî ser pala gund, heta roj çend bejna bilind dibû, lîstikê xwe dilîstin paşê berêkêva mîna koça hewarê ber bi Mûradê dikişiyan. Ava Mûradê zehf radibû, rê nedida hodax derbas bibin aliyê din. Li ser pişta ga yan gamêşa nebûya nedibû ku derbas bibin. Dihatin ber Mûradê serpişta ga, gamêşa derbas dibûn.
Heta pirêzeyê zeviya vedibûn Walî hêlîna hodaxa bû. Heta ku av tenik nebûya garana gund nediçû Walî. Gava garana gund derbas dibû Walî, tehma hodaxa direvî. Kifş dibû ku êdî wexta dirûna ceh-genim hatiye.
Hodaxa li ber dewêr, li ber tavê wext çawa derbas dikir?
Hodaxa serê sibê tûrikê nanê xwe hildida tevî dewêr ji mal derdiketin. Lîstikê zaroktiyê hewar û sitara wan bû. Ji bo şilî û baranê tûrikê gubreyê bi xwe ra dibirin. Nîvê tûrikê naylon dikirine zikê tûrik xilik çêdikirin. Kingê baran bibariya li serê xwe dikirin. Ku derbasî Walî bûna pêşiyê taştêya xwe dixwarin. Paşê digotin de werin em bilîzin. Êdî wê sibê çi bihata bîra wan, ew dibû menûya wan û ew lîstik dilîstin. Banzdanok, qîtik, birçik, zeze, destmal û gelek lîstikên din hebûn. Ber bi nîvro dewar mexel dikirin. Bi saetan diketin ava Mûradê, şilpşilp bi avê ra dilîstin. Li ber tava tûj lêvê wan tîjtîjî dibû, diqelişî. Ji ber ava Mûradê gewrik li rûyê wan peyda dibû.
Eger xortê gundê me carina derketana girtina masiya li ava Bîrka yan çiqê Mûradê hodax jî tevî wan dibûn, masî digirtin. Eger şansê wan lê bihata serê şîşa xwe gelek masiyê piçûk mezin tiji dikirin. Bayê êvarê ra, berê xwe didan roja ber avabûnê, siniya sor, ewrê bijiqî diketine riya gund.
Îro ne Walî maye, ne çanda (kutur) Walî. Qezerî lê xweyî derketine. Ew qas dekar eraziyî qorix dikin, hildidin û datînin. Gundê Qazî misqalekê jî jê bêhn nake.
Walî weke erd heye lê… tevî çanda Walî bîranînê zaroktiya me jî pê ra çûn. Ji xeynî wê çi ma? Tenê qeyda mêjiyê me da ma ku heta heyat dewam bike jê naçe.
Yaşar Eroğlu
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder