Li gundê me gelek rêç û şopên Fileyan hene. Ev wêneyê jorê re gundiyên me 'Kevirê Xaça' dibêjin. Tê gotin ku ev keviran berê li jora palê (çiyê) bûne, paşê hinekan ew totî jêra palê kirine. Tê gotin ku berê gundiyên me li ser van keviran xwê didana dewarên xwe.
Ev kevira jî li gund di binê şêmîga gundiyekî me de ye. Lê ez naxwazim cihê wê bibêjim. Çimkî nêçîrvanên xezîneyan cihê wê hînbin dê bişkînin. Li kevir vî kevirî hin dîrok û nivîs hene lê ez nizanim ku çiye û qala çi dike.
Wekî din li gundê me, li ser keviran û dîwaran gelek şopên xaçan hene.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder