Wexta di zemanê xelayê de, nanê tisî tinebûye ku meriv bixwin. Pereyê mirovan hebûya jî, ceh û genim tinebûye ku ji xwe re bi pereyê xwe ve bistîne û bike ar û bi wî ve zikê jin û zarên xwe têr bike. Li gorî texmîna min, ev bûyera salên 1922-23 an de bûye.
Mihemedê Mîrzo (Bavê Hecî Ûsiv), bavê kurekî yek salî bûye, xela û tinebûn hebûye, pereyê wî hebûye lê ceh û genim tinebûye ku bistîne û bi wî ve jin, zarê xwe têr bike. Hemasa gund bi gund ceh û genim digere, heta diçe Giyadînê. Li Giyadînê bi wan hin kesan re xeber dide, û armanca xwe ya hatina xwe ya Giyadînê ji wan re dibêje. Li wê derê yekî ji eşîra Xelesiniyan wî dixapîne û dibêje:
-Were li gundê Tewlê çiqas bêjî genim heye, ji xwe re çiqasî dixwazî bistîne.
Mihemedê Mîrzo jî li wî bêbextî bawer dike û bi wî re diçe gundê Tewlê.
Heta xwe digihînine gundê Tewlê, tarî dikeve û êvar dibe. Gundî ji Mihemedê Mîrzo re dibêjin:
-Êdî dereng e, îşev bibe mêvanê me, sibê rabe çiqas genim dixwazî bistîne û here.
Mihemed jî bi dilê xwe yê paqij û saf li wan bawer dike û wê şevê dibe mêvanê wan.
Piştî ku herkes dikeve xewê, tên ji sewa çend qiruk pere, mêvanê xwe bi bêbextî di xewê de dikujin û pereyê wî hildidin. Piştî ku Mihemed wusa bi bêbextî tê kuştin, gelek wext derbas dibe, kurapên wî û apanên wî dibihîzin ku ew li gundê Tewle, bi bêbextî ji sewa çend quriş pere hatiye kuştin. Edêyê Heso (Yildiz) ji Eliyê apê Mihemed re dibêje:
-Ez kurapê wî me, tu ap î, were em herin û heyfa Mihemed hildin.
Elî dibêje:
-Ez im Hemîd e (kurê wî), ku ez werin wê Hemîdê min jî bikujin.
Naçin û heyfa Mihemed hildadin, ji ber wê cihê gora wî (ku hebe) jî hîn nabin.
Piştî ku Mihemed wusa bi bêbextî tê kuştin, Ûsivê kurê wî yê yek salî jî êtîm dimîne, apê û kur apên wî berî Çîleya diya wî didin û dest didine ser mal û milkê wan. Çîllê naxwaze kurê xwe yê di dergûşê de bihêle û here, lê lêdixin û bi zorê ber didinê. Çîllê hin caran tê ser kulekê, digirî û dibêje "bila carekê dengê kurê min were guhê min, ezê herim"
Paşê Çîllê diçe gundê Îdirê yê bi navê Panîk û bi yekî re dizewice û navê kurê xwe yê mezin datîne Ûsiv.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder