Wexta mezinên me li Îdirê bûne, di navbera wan û Geltûriyan de şer kêm nebûne. Tim li hev xistine û mêr kuştine. Rojekê dîsa di navbera wan de şer derdikeve û Apê Edê (Yıldız), lêdixe mezinê Geltûriyan dikuje.
Êla Geltûriyan gelekî li ber wî mezinê xwe dikeve û hewl dide tola wî hilde. Çi dikin û nakin, nikarin Apê Edê bikujin. Beriya wan, dewlet Apê Edê digire. Geltûrî di nava xwe de dicivin, birayê hildidin û diçine qereqolê, cem serleşker. Ji serleşker re dibêjin:
-Wexta ku we av anî û bire qereqolê hûnê ji gundê me re derbas bibin, wexta hûn nêzîkî gundê me bûn, wî berdin bila bireve, hûn jî lêxin bikujin, paşê bibêjin hewl da ku bireve me jî lêxist kuşt. Ku we kuşt, em ê çarsed (400) canegî (ga) bidine te.
Serleşker dibêje:
-Ez nemerdî û nemêrantiyeke wusa nakim, û berî wan dide.
Wexta esker Apê Edê ji gundê Geltûriyan re derbas dike, serleşker ji Apê Edê re dibêje:
-Ez ê niha destên te yên girêdayî vekim û tê li vî gundî re milê xwe bihejînî û derbas bibî.
Serleşker destên Apê Edê yên girêdayî dide vekirin, Apê Edê xwe dihejîne û ji gundê wan re derbas dibe. Apê Edê, merivekî kin lê desp û pê bûye. Çend salan wusa tê girtin, paşê wî berdidin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder