22 Mart 2019 Cuma

LÎSTIKÊ ZARA YÊ GUNDÊ QAZÎ

                             Wexta zartiya me da, me gelek lîstik dilîstin. Wî çaxî ji yaliyê lîstika va gelek şahî û bereket hebû. Hodaxtî hebû, rencberî şên bû, dewar û pez gelek bûn, pal û deşt tijî zar û meriv bûn. Seba vê jî lîstik pir dihatine lîstin, ji xêncî wê jî tiştek tune bû ku zar pê wextê xu derbas bikin. Min serê xu pê êşand ev lîstik hatine bîra min, min jî behev kirin, nivîsîn. Wan sala me ev lîstik dilîstin.

Birçik:

Birçikê re hine der ‘bir’ jî dibêjin. Bi du koma va tê lîstin. Warek (kela) heye. Komek war (kela) diparêze, ya din jî dixaze war dest bixe. Her komek herî kêm 3-4 kesa va dilîze. Yek ser war dimîne, yê din li derdor bela dibin. Koma hucûmê dike, ya dûz ya xiloxarî direve ku bigihîje war. Ku bê lêdan gihîşte war diqîre, dibêje min war hilda. Wêga lîstik diqede, êdî ew kom war diparêze, lîstik serî da dest pê dike. Koma ku war diparêze dide pey kesê hucûm dikin. Eger yek girt û lê xist ew kes ji lîstikê derdikeve, kom kêm kesa va dilîze. Eger her kesê hucûmkar girtibe û lê dabe, wêga ew kom dîsa war diparêze. Eger ji koma hucûmkar yek navbera du heb kesê war diparêzin ra derbas bû yê ser mile rastê ji lîstikê derdikeve yanî wî dikuje. Hingê ‘birrr çik’ dibêje. Lîstik bi vî rengî dewam dike.

Çevgirtonek:

Bi du koma va tê lîstin. Dîsa warek heye. Komek war diparêze, çevê xu digire heta ku yê din xu vedişêre. Ev lîstik nav gund da yan jî ciyê xu bikarin veşêrin da tê lîstin. Gerek kesê koma hucûmê qe neye xuyakirin. Koma parastî digere ku yê xu veşartî bibine û bişewitîne. Eger yekî xu veşartî bê dîtin ew ê ku war diparêzin diqîrin, dibêjin, filankes min tu dîtî, hingê ew dişewite û ji lîstikê derdikeve. Tenê yek jî nedîtî bikaribe war dest bixe, ew tîm qezenc dike û ew war diparêze. Lîstik wisa dewam dike.

Zeze:

Ev zêdetir lîstika hodaxa ye. Li ber dewêr yan jî li bêdera dihate lîstin. Kom tune ne, her kes bi serê xu ye. Li serê şivekê yan şîşekê yê ketiye bin sola xu lê dike. Yê din şiv yan şîşa xu davêjine solê. Eger sol ji serê şîşê derxistin, şîşa yê bin da davêjin heta bigire dûr. Heta ew diçe solê tîne yê din bi şiv û şîşa va solê dixin. Pirî cara sol parçe dibin. Yê bin da heta ser lingekî yanî xingilî tê ciyê sole bêyî ku bîna xu bistîne aha dibêje, ‘Zeze çil kulaxî, çil bilaxî, bilî bilî, zeze zezeeeee!’ eger bîna wî biçike dîsa dikeve bin. Eger kê li ser sola xu bigire, ew dikeve bin. Pir hîlê vê lîstikê hene, eger yek neyê hezkirin gelek cefa dikişine û ji bin dernakeve.


Qîtik:

Du kom dilîzin. Bi şiva tê lîstin. Ji komê dor bi dor yek qîtikê davêje. Şiv destekî da, parçekî darê ku jê ra dibêjin qîtik, didine ser qevda dest û şivê, wê qîtikê davêjin hewa û bi şivê lê dixin davêjin dûr. Koma din li hember koma bin da rêz dibin. Destê her yekî da şivek heye. Gava wî qîtik avête hewa gişt bi hev ra şiva xu radikin ku li qîtikê bixin. Kê lê xist ew kom qezenc dike. Eger hewa da bigire dîsa qezenc dike. Gava kete erdê, yê lêxistî dîsa diçe ser qîtikê, bi şiva xu serîkî qîtikê dixe, eger rakir ji bînî va lê dixe. Îcar jî koma din dîsa şive xu radikin ku qîtikê xin, lê xistin yan li hewa girtin qezenc dikin. Carina wekî ceza pişta yê inda kirine siwar dibin.


Şeşik:

Bi şeş kevira tê lîstin. Herî kêm du zar dilîzin. Yek dikeve bin yanî ser destê wî tê lîstin, yê din jî ser e, ew jî kevira ji ser dest hiltîne. Şeş kevir lîstikê da ne yek jî joker e pê tê lîstin. Kevir piçûk û şimşimat in ku ser desta bisekinin. Navê her kevirekî heye. Navê yekî pencirok e, yê din quncirok, yê din gimgimok, yê yekî hithitok e, yê din pîşîka nav dela, yek jî nermnermok e. Yê bin da destê xwe dide ser erdê rast. Şeş kevira li ser destê xu rêz dike. Yê ser gerekî wan kevira yek bi yek hilde. Eger bikaribe dikare d udu, sê sê jî hilde. Kevirê joker dikare gilover be jî. Davêje jor, kevirê ser pişta destê yê bin yekî hildide, wê lezê kevirê avêtiye jor jî hildide. Lê gerek ne kevirê joker ne jî yê ser pişta dest bixe erdê isa hilde. Gerek şeş heb kevira jî sip saxlem hilde. Yekî jî bixe erdê dişewite, dikeve bin. Çend heba bixe ew qas ceza duxe. Ceza aha ne: Eger sê heb xistibin erdê, sê cara ceza dikişine. Eger kevirê quncirok be, yê binî da bû, kevir davêje hewa, dibêje eva quncirok pişta destê yê indakirî diquncirîne. Her yekî gorî navê kevir hereket dike; hithitok û gimgimok kulma va destê wî dixe. Pencirok penc dike, pîşîka nav dela pir hov e, nermnermok jî nerm dike. Eger yê ser kevir gişt hildan ew qezenc dike. Gorî van kevira çiqas bixaze, ew qas ceza dide yê bin.


Kap:

Lîstîk bi kapa tê lîstin. Kapê kê hebin her yek dikare bilîze. Ji du kesan zêdetir jî dikare bê lîstin. Kap, kapê mî yan bizina ne. Li ser tehtekî (selekî rast) tê lîstin. Çar aliye kap hene, nav li wan dikin. Zikê tijî sofî ye, zikê vala keşiş, lingê ber mîr e, yê zirav ker e. Xêzekê gilover li ser teht tê xêzkirin. Lîstik nava xêzê da tê lîstin. Kapê kê ser lingê mîr bisekine ew dest pê dike. Bi tiliya xu fistoqekî li kap dixe. Kapê ku lê dixe, eger ser mîr û sofî rabe kap dibe yê wî. Ker yan keşiş were lîstik derbasî xuyê kapê din dibe. Eger kapê wî ser mîr sekinî dibêjin arattî û wêga tev kapê lîstikê da dibin yê wî. Eger kap nezivirîn, lîstik dewam dike. Gerek wêga kapê ku lê dixe ji xêzê derxe derva. Lîstika kap da çûr qûr jî heye. Yekî ji derva fesalê lê bîne, nişkê va bêje, ‘çûr qûr’ kapa hilde, birevîne ew heq e. Eger kap ji destê wan xilas kirin, bir û filîtî ew kap yê wî ne. Lê eger hate girtin hem lêdanê duxe hem jî kapa jê distînin.


Bilye:

Lîstikê ra bi tirkî dibêjin mîsket. Li gundê me berê zehf dihate lîstin. Em dikarin bêjin qasî kapa berfireh dihate lîstin. Meriva zarê dilîstin dikaribû li ber her mala bidîta. Wan rojê zivistanê yê işkî jî nava gund tijî zarê bilye lîstî bûn. Kê xuyî bilye bûya dikaribû bilîsta. Lîstik aha bû: Xetek xêz dikirin. Ji merkeza xeteke din bilya davetin. Bilya kê herî nêzikî xeta diavêtinê bûya, ew derdiketin ser, yê herî dûr dibû yê binî. Wî bilya xwe datînî ser xetê. Ji wê bilyayê ra digotin kida. Yê din ji merkezê bi tiliyê xwe mêşa (hedef) kidayê digirtin. Eger serê sifte ji dûr va kidayê xista kida dibû ya wî. Eger kesî lê nexista yê herî nêzikî kidayê, mêşa kidayê dîsa digirt. Lê xista kida hildida û dihate dora bilyeyê din. Ku gişta xista gişt qezenc dikirin. Bavêta ya kê wî nexista êdî dora yê din bû, wî mêş digirt. Hinek kida cam bûn, hinek deqê gula bûn, hinek mika bûn. Eger hinek mika buna gişta dewsa cama kidayê mika didane yê qezenckirî.


Bişkok:

Lîstika bişkoka eynî ya bilya bû. Deqê lîstikê bilya bûn lê kida bişkok bûn. Rewşeke aha hebû; zarê gund, gava bişkokê wan xilas bûna diketine pey kince şûştî yê li derva raxistî. Bişkok jê jê dikirin, nifir û gazinê jina ser wan kêm nedibûn.


Seqe:

Seqe lîstikeke bi kevirê şutî (dûz) tê lîstin. Gerekî kevir kefa destê meriva tiji bike. Navê kêvir seqe ye. Kevirekî gilover datînine jêrê. Kela yanî mekezekî kifş dikin. Her yek ji wê kelayê davêje kevirê gilover. Eger lê nexist yê din davêjê. Kesî lênexistibe yê herî nêzik dîsa davêje kevirê gilover yanî kevirê pêlîstok. Ku lê xist bi lingê xu va, yekî radike yê din dide pey bi vî awayî dipîve: Hoçê, moçê, qaldir, qemeçê, nal, mirx, qirx, …… û diçe. Yê din ji ciyê xu kevir li ku be davêje kevirê gilover. Eger lê xist, ew jî eynî dipîve, hoçê, moçê…… yekî seqeyê yê din xist xuyê seqe dişewite, ji lîstikê derdikeve. Eger kê zêde avêtibe dûr ew qezenc dike. Yan yê bin siwar dibe yan jî xingilî yanî ser lingekî dide gerandin.


Axebê:

Axebê dişibe lîstika Seqe. Kevirekî pehn yê dûz û ji seqe piçûktir va tê lîstin. Li rûyê erdê pênc malik tên xêzkirin. Ya sifte fire ye, nav wê da ji yaliyê tîkayê ve xêzeke din jî tê xêzkirin. Ya duduya xêzeke piçûk e, mîna qirikekê bin ya mezin da cî digire. Ya sisêya dîsa fire ye, mîna ya sifte. Dîsa ya piçûk, ya mezin û ya piçûk va xilas dibe. Yê heqê lîstika pêşî qezenc kiribe, kevirê xu ji dûr va davêje nav xêza. Eger li ser xêza bisekine yê dû wî dest bi lîstikê dike. Eger li ser xêzê nesekine xingîlî yanî li ser lingekî diçe cem kevirê xu. Gerekî pêlî xêza neke. Dîsa xingilî bi pozika sola xu li kevir dixe ku derbasî malikeke din bibe. Her isa eger hem pêlî xêzeneke hem jî kevir ser xêzê nesekina derbas be, diçe serê xêzê disekine, pişta xu li xêzê dizivire û bi ser serê xu ra kevir davêje nav malika. Eger kevir ser xêzê nesekine û here nav malikê ew qezenc dike. Yê dimîne dawiyê û inda dike yê qezenckirine dide pişta xu digerîne.


Hefttevş (yediqina):

Lîstika zarê mektebê ye. Zar nav gund da jî dilîzin. Bi heft tevşê (kevir) pehn tê lîstin. Çend zar tên ba hev. Ji wan yek bi peşkê dikeve bin, heft kevira diparêze. Pêşî heft kevir li ser hev tên danîn. Xêzek tê xêzkirin. Yê dora wî tê topeke sunger davêje kevirê li ser hev. Eger jê negirt yekî din topê davêje kevira. Eger jê girt yê kevira diparêze diçe pey topê ku bîne. Koma ku topê davêje kevira, diçe wan kevirê xirabûyî dide ser hev. Eger heft kevir li ser hev teqez sekinin, yê bin da inda dike. Dîsa serî da dewam dike. Pirî cara kevir li ser hev nasekinin, dîsa xira dibin. Yê pey topê, bigihîje topê li yê kevira dide ser hev bi topê lê bixe ew qezenc dike. Yê şewitî dikeve bin. Lîstik isa dewam dike.


Kerkêkerajo:

Ev lîstik piranî zivistanê, goma da dihate lîstin. Carna hodaxa ber dewêr jî dilîst. Du ekip dilîzin. Yek dikeve bin, destê xu yê çepê dide ber guhê rastê, destê rastê serbest berjêr berdide. Yê bin wekî ker tên hesibandin. Yê destê xwe didin ber guhê xu herî kêm du heb in. Ji ekîba din pişt va disekinin, yek yan du heb ji yê bin yekî yan duda dehf didin, dajon. Hevalê yê bin yê neajotî ji hevalê xu dipirse; ‘kerkê kerajo kê te dajo’. Yê ajotî ji bo neyê naskirin tiliyê xu zehf sist yan tehrekî din diniçînê. Yê bin navê ku texmîn dike dibêje. Eger rast got, jixu ji bin derdikevin, ew ê din dikevine bin. Eger rast negot yê pişt wan li wan siwar dibin li nav gomê yan jî derva be derva digerînin.


Peşkeguro:

Lîstik şivan, pez û gur temsil dike, li ser vê yeke hatiye berhilandin (üretilmiş). Komeke ji pênc-şeş kesa va tê lîstin. Şivan, pez û gur heye. Şivan serê pênc şeş kesa ye, wan rêva dibe. Destê wî da dareke şivaniyê heye.yek dikeve dilqê gur. Gur nayê xuyakirin, cîkî veşartî da ye. Pez; mî û bizin pey şivan in. Şivan û pez ji xura dilîzin. Şivan dibêje, ‘hîre hîre bizina kurê kerê, çima dûr dikevî.’ şivekî li bizinê dide. Bizin tê nav pez. Leq dikeve pêz, pez li vî yalî li wî yalî diçe, tê. Şivan dibêje, ‘hiiirs mîya qer, çima paş dimînî’. Ji nişkê va gur ji ciyê xu veşartiye derdikeve, xu bira pêz dixe. Şivan dibêje, ‘hoca hoca seyê kurê kerê, gur ketiye nav pêz’. Lê se lîstikê da tune ye, şivan hema isa dibêje. Gur xu miyekê dixe, birîndar dike. Şivan serê gur dixe, gur dikuje.


Destmal (revandin):

Destmal ciyekî fire da tê lîstin. Du kom hene. Yekî ji ne komê, ji derva destmalê ji jor va digire. Ji her komê yek diçe ber destmala li ser dest. Her yek dixaze destmalê birevîne. Eger destê xu bidine destmalê, gerekî destmalê birevînin. Ne revand, yê din lê dixe û lîstikê qezenc dike. Herdu jî hev dixapînin mîna ku destmalê bigirin lê nagirin. Lingekî wan li erdê yek li revê ye. Ha ha dibêjin lê yek ji wan fesalê lê tîne û direvîne. Yê revandî neyê lêxistin bigihîje merkezê (kela) ew kom qezenc dike. Eger bê lêxistin koma din qezenc dike.


Banzdanok:

Lîstika hodaxa ne. Zarê gund û yê mektebê jî dilîzin. Lîstikeke şexsî ye. Peşkê davêjin yek dikeve bin. Çend kes hebin, li sê-çar metroya dûr disekinin. Yê ketiye bin li ortê serê xu berjer, pişta xu xar dike, destê xu dide ser çokê xu, disekine. Yê din dor bi dor, bi ser wî ra gav dikin. Kî bê qusûr derbas bibe, ew xilas dibe. Pey wî yê din, yê din tê. Gelek cara yê bin da hîle dike. Serê xu radike, pişta xu nimiz dike, yan jî radike. Pêra yê gav dike nikare derbas be. Îtiraz tê kirin, eger her kes bêje hîle ye, yê bin mecbur razî dibe. Eger bi rastî nikaribê ser ra gav bike, wêga ew dişewite, dikeve bin.


Qulobanî:

Li gund zar jê ra dibêjin qulopanî. Du kom dilîzin. Bi peşkê komek dikeve bin. Ji xêzê deh panzde gav dûrtir çar kes serê xu didine kêleka serê hev, ustu tê kifşê. Pişta wan qûzkirî disekinin. Koma li ser, her yek dor bi dor direve, serê xu dide ser pişta wan, qulobanî xu davêje yalê din. Gerekî yê li bin hîle nekin. Eger derbas bû yê li dorê direve ew qulobanî xu davêje. Ku nikaribe derbas bibe ew kom dişewite, dikeve bin. Koma din ser dike ve.


Derbedûz:

Ev lîstika zivistanê ye. Wextê betal da jî tê lîstin. Berê wexta kulav li dar dixistin û dikutan jî ev listik dihate lîstin. Hem zar hem xort dilîzin. Komeke ji pênc-şeş kesa va tê lîstin. Piranî odekî da, komeke qelebalix ber hev dibe. Yê ku bilîzin pêşkê davêjin, kê ra derkeve du kes dikevin bin. Cil, kulav yan betaniyê davêjine ser yê peşk indakirî. Ew tiştekî nabînîn. Yek bi sole yan pehînê lê dixe. Yekî din jê ra dibêje, ‘Derbedûz apê Mûs, kê li texist?’ yê bin navekî dide. Eger bizanibe ji bin cilê derdikeve, nizanibe dîsa bin da dimîne. Gelek fêl û hîle vê lîstikê da serî didin. Eger yê li dorê li hev bikin ku yê bin da gelek lêdanê buxe, rast nabêjin, lîstikê zehf dirêj dikin. Avê lê dikin û gelek fitne tînin serê wî. Gelek cara yekî bin betaniyê da yê li ser re li hev dike, hîleyê ew dike. Serê xu ji nav betaniyê derdixe û hevalê xu yê din de dixe. Heta ew pê dihese bin da lêdanê duxe.


Ka gustîl?:

Navê lîstikê yê rast ka gustîl yan jî ku gustîl e? Lê wekî xirabûyî, dibêjin, ‘kun gustîl?’ ka gustîl, ku gustîl yan jî kanî gustîl bi zeman ra guhiriye û zara weke ‘kun gustîl’ gotiye. Lê tu mena kun gustîlê tune ye. Gelek zar vê lîstikê dilîzin. Ev jî lîstika zivistanê ye. Bi peşkê va yek dibe sergovendiyê lîstikê. Gustîleke desta didine wî. Kember yan pînekî serî gilêkirî digire destê xu. Her kes destê xu dide pişt xu. Ew gustîlê destê yekî da vedişêre. Lê destê her kesî digerîne ku kes gustîl destê kê da ye nizanibe. Gava xilas kir, li ser piya çevê her kesî dinêre. Dile wî kê bixaze jê dipirse, ‘gustîl li cem kê ye? Ka gustîl?’ bizanibe, kember yan jî pînê serî gilê ji sergovendî distîne, ew dibe sergovendî. Eger nizanibû, ji yekî dipirse, ‘cezayê vî bêje’. Ew çiqasî bêje sergovendî ew qas li destê wî dixe. Carina sergovendî pir qetrehmiyê dike heta jê bê lê dixe. Dibe ku kember yan pîne tiliya mezin girt mîna guleyê dişewitîne, ku kefa desta bikeve mîna xunê sor dike. Hine cara yê ku destê wî vala bûye, dibêje ‘ez gustîlê bixazim?’ Eger sergovendî qebûl bike, ji yê pê dikeve şikê, gustîlê dixaze. Eger tê derxist, jixu ew dibe sergovendî. Lê ku nedît, sergovendî bi rik li destê wî dixe û dibêje, ‘te çev berdaye textê mi ne, de were, diya te îro çi çêkiriye, ez ê pozê te ra bînim’ û hişk lê dixe. Lîstik aha dorveger dewam dike, diçe.


Nehberek:

Ev lîstik esas ya mezina ye. Helbet zar jî dilîzin. Li ser textekî yan kartonekî tê lîstin. Li ser karton yan texte sê rêzê çargoşe zikê hev da ne. Xetek tam ortê da wan çargoşeyê zikê hev da li hev girê dide. Du kes wekî raqîp li hember hev rûdinên. Neh kevirê (ne şert e kevir, hertişt dibe. Lê gişta ra dibêjin kevir) her yekî hene. Yek ew, yek yê din datîne. Li ser serê wan gelek temaşevan kom dibin, dile kê ji kê re bixaze yalî wî dike. Ya muhim ev e; li ser milekî sê kevir bên rêzkirin, bi deng dibêjin ‘rêz’ û ji kevirê yê li hember yekî dixun yanî ji dewrê derdixin. Neh kevir bên danîn yê serê sifte daniye dest bi hemleyê dike. Esasa lîstikê ev e; riya xu veke bigihîje rêzê, riya yê li hember bixitimîne, asê bike ku negihîje rêzê. Kevirê yalîkî ketine bin sisêya lîstik diqede yê din qezenc dike. Eger yaliyek yê din tam bixitimîne û nikare bilive, êdî ew teslîm dibe û inda dike. Kîjan serî du kevirê xu bîne kêleka hev, ne ortê da be jî dibe, tenê ev heye gerekî kevirê raqîp wê rêzê da tune be, wêga dibêje ‘fet’. Yanî rêzê ra yek ma. Gava yekî rêz pêk anî bi dengekî dibêje, ‘eva rêz, (kevirê wî yê herî aktif hildide? Eva jî goriya pêz’. Wekî dibêje ‘fet’ dibêje, ‘eva fet, destê min devê te ket’. Helbet tiştê din jî lê tînin. Gava yaliyek sê kevir dimine, dikare ser kevırekî, heta du,sê, çar, pênc xaneya ra gav bike, were xaneke ku, ku derê dixaze, li wê derê datîne.


Sêrêzk:

Ew jî ser karton yan jî textekî tê lîstin. Bi sê kevira tê lîstin. Ser texte xeteke çargoşe tê xêzkirin, xeta çargoşe xeteke mîna xaça va bi hev re tê gihandin. Her reqîbek sê kevirê wî hene. Li vir tenê yek bi yek çûyîn ne mecbûr e. Kevir dikare ser kevirê din ra du mal gav bike. Fet tune ye. Kê berê rêz kir ew serdikeve, qezenc dike.


Hêk:

Hem zar hem xort dilîzin. Kê bilîze gerekî hekek yan jî çend hêkê wî hebin. Her kes bi serê xu dilîze. Hêkê xav va tê lîstin. Xuyê hêkê serê hêkê dixe nav kefa destê xu, serê hêkê derdixe derva, nav tilya eşedê û ya mezin da hemangê serê hêkê dixuyê. Yê din bi serê hêka xu va hêka wî dixe. Ji kîjan serî bawer be, bi wî serî lê dixe. Şikestand hêk ya wî ye. Ne şikestand ku hêka wî şikeste hêka xu dide yê din. Carina hêka ciyekî bi mêl da tot dikin, kîjan şikest yê din hêkê hildide.


Gûz:

Ev lîstika eyda (cejn) ye. Ancax gûz eyda da dest dikevin. Zar gûza va dilîzin. Çaleke piçûk dikolin, gûza tot dikine wê çelê, eger kete çalê qezenc dikin, kê nexistibe çelê ew gûza xu dide yê kiriye çelê.


Lîstika pera:

Pere kê hebin dikarin bilîzin. Pereyê hesin va tê lîstin. Komek tê ba hev. Her kes pereyê xu datîne ser hev. Gerekî eynî miktar pere be. Yanî bîst û pênc quriş be, bîst pênc quriş, pêncî be pêncî, lira be lira. Du sê metro dûr xêzekî xêz dikin. Ji wir pere davêjine perê ser hev. Eger ji dûr va lê xistin pere zivirî, kê avêtibe ew wî pereyi qezenc dike. Ku lê neket, kê herî nêzik avêtibe ew sifte li pera dixe. Bi tîkane pere digire û li perê ser hev dixe. Yek yan çend heb bi hev ra zivirîn, ew gişt dibin yê wî. Eger pere nezivirî yekî din yê dorê da lê dixe.


Hol:

Berê top tune bû, li gunda. Zara pîne yan kulav dipêçan, dikirin hol. Digotin, ‘De werin em herine holê’. Ciyekî rast dikirin meydana holê. Du heb kevir yan sol datînin, kela çêdikirin. Du koma hevalê xu dijibartin. Çend zar hebûna gişt pey holê diketin. Heta hol pirtî pirtî bû dilîstin. Eger ji nav kevir yan sola ra derbas kirana, digotin ‘qal’ yanî berê qal hebû, paşê top derket jê ra weke şeheriya gotin gol. Tu qayde tune bûn, hema her kes pey holê diçû. Heta newqa wan diwerimî dilîstin.


Pehn:

Ev tam şerekî bi bedenê ye. Xort jî dilîzin. Lîstikeke pir îlkel bû. Du kom çêdibûn. Gava fîq dihatê lêxistin şerê pehîna dest pê dikir. Bi pehîna li hev didan. Ling, çîp, zik, pişt, mil, sîng ku rast bihata li hev dixistin. Carina dizivirî şerê rasteqîn. Lîstika pehîna da mil jî, ling jî dişikestin. Birîndarî, herişandin, xunbûn çêdibû.


Bûka baranê:

Ev lîstikeke kevneşopî (gelenek) ye. Ji hezar salan va weke baweriyekê tê lîstin. Piştî baranê, şiliyê zar derdikevin nav gund. Berê gêziyê beyanî hebûn. Qirşikek yan çilpîk nav geziyê ra derbas dikirin. Serê gêziyê dixemilandin. Yalîkî qirşik yan çilpî keçekê, yalîkî gedekî digirt. Diçûne ber malê cînara, eger li derva nebûna deriyê wan dixistin, dilîstin. Eger kebaniya malê timah bûya berî wan dida, eger destê wan vekirî bûya hêk, hirî, hebûya mewîc û tişt miştê xarinê dida wan. Av jî li wê derê direşand. Mena vê lîstikê ev bû her hal; şilî, baran barî bereket anî. Bo xêra vê berekete xelata me bidin.


Xizeka berfê:

Xizakê gelek zara hene. Ser du texteyê pozkevan texteyê li ser wan mixkirî, her du texteyê pozkevan tîkayê tê çêkirin. Qasî ku tenê yek li ser bikaribe rûnê xizak tê çêkirin. Li binê textê pozkevan qasî tiliyekî hesinê dûz û şimşimat tê mixkirin. Ev a ku me terîf kir xizak e. Kê xizakê wan hene ser berfê xu jor da berdidin xarê. Gund berpal bû, ji ber wê ciyê şiqitandinê pir bûn. Wextê zivistana erbieyn yanî zivistana reş, çile dihat berf zehf diket. Şevê sayî berf mîna hesin xurt dibû, nediçû xarê. Me jê ra digot, berfê qiç girtiye. Ser berfa qiç zarê gund diçûn palê gund yê dûr. Mîna dewatê şa û bextewar xu ji pala berdidane jêr. Dihatin jêr paşê dîsa diçûn jor. Ne guhdidane sermayê, ne jî westanê. Wekê dizivirîne mal, xu ji bav yan dayikê xu vedişartin. Çima ku yê hêrs bibin. Gorê wan diqelişîn, lingê wan dibû av. Dest û guhê wan ji sermaye sor dibû. Hela rojê tetîla mektebê xu davetin hemêza zivistanê. Ne dirûnge dihate bîra wan ne jî pezê bê xuyî. Zarê xizakê wan tune bûn, naylon yan jî leganeke qelişî didane bin xu, xu dişiqitandin.


Kevirkanî:

Pînekî qasî çar tiliya, çar yaliyê wî mehkem didirûtin. Her du yaliyê pîne bi bendê rîs yan jî curekî bendê xurt va rind didirûtin. Seriyekî bend tiliya ortê va dialandin, girê didan. Ji ber ku wexta dipekandin serê bend ji destê wan nereve, dernekeve. Jê ra digotin kevirkanî. Kevirekî qasî gûza yan jî findiqa hinekî mezintir dikirine nav pîne. Kevirkanî li dora serê xu dizivirandin, sê çar cara divirvirandin û paşê yalê bendî girênedayî berdidan, wê qîtê kevir dipekiya diçû dûr. Îca çend zara nav hev da pêşbazî (yarışma) dikirin. Kevirê kîjanî dûr biketa ew ser diket.


Vizik:

Salê berê berê zara ji xura dar vedirotin, jê dikirin şeklekî mîna hêka lê seriyekî ber û gilover yê din jî mîna binê kovikê zirav çêdikirin. Mixek serê yalê mîna kovikê da dikutan. Ew mix bi kevira yan hesina va tûj dikirin. Paşê ew derê tuj jî ko dikirin ku ser erdê rast rind bizivire. Gelek zehmet dikişandin, seba çêkirina wan. Zarê pêciryayî bi hostatî çêdikirin, îca xu qure dikirin. Ewa ku çêiribûn jê ra digotin vizik. Vizik bi bendeki rîs yan yekî xurt va dihate avêtin. Serê bend ji bo ku nereve tiliya ortê va dialandin, girê didan. Paşê bi kîjan destî va davêjin li ser wî milî xu gij dikirin, serê bend berdidan. Vizik gava dikete erdê li dora xu dizivirî. Ya kîjan zarî dereng bitemiriya, biketa wî qezenc dikir. Sal derbas bûn, paşê vizikê çêkirî hatin dikanê gund, zara îca ew ji xu ra distandin û pê dilîstin.


Virvirk:

Virvirk jî lîstikeke mîna vizikê ye. Zara plastîkê legana, bidona jê dikirin. Qasî bişkokê qapûta dibirîn. Tam orta wê qul dikirin, kirşekî ku zû neşkê tê ra dikirin. Bi tiliya xu ya ortê û ya serî va divirvirandin. Virvirk dizivirî wexta bitemiriya ser kêlekê diket. Ya kê zêde biziviriya wî/wê qezenc dikir. Ev lîstik pirî cara mektebê da dihate lîstin. Derdorê mektebê bêtonkirî û şimşimat bûn, virvirk pir rihet ser wê bêtonê dizivirîn.


Kevirkaniya darik (Sapan):

Darekî piçûk wekî şekle herfa Y çêdikirin. Her du şaxê Y’yê kort dikirin. Lastîkeke çar tilî dianîn, her du yaliyê lastîkê bi lastîkeke qasî santîmekî ber lastîkê va didirûtin. Her du serê lastîkê yê vekirirî ji kêrtê ra derbas dikirin û zexm girê didan ku neqete. Kevirek dixistine nav wê lastka ber. Bi destê xu kevir tê da berve xu dikişandin, xu jî paşda didan. Wexta lastik tam dişidiya kevir berdidan. Kevir dûr diket. Ev lîstik gelek cara bona çivîka, kewa davetin. Lê pê diketine pêşbaziyê (yarışma) jî. Kîjanî dûr bavêta ew ser diket.


Firfirok (Ûçûrtma):

Ji bo çêkirina firfirokê çilpî, qamûş yan jî darikê mîna çita tên peydakirin. Serê wan weke pênc yan jî şeşnik(goşe) bi hev va tên girêdan. Du şiv jî tam orta wan da weke xaçekî bi wan darikê qasnax va tên girêdan. Nava vî qasnaxî da seranser naylonek tê raxistin û girêdan. Bendeki zehf ne qalin û dirêj boçika firfirokê va tê girêdan. Mîna rîşiyê mezin naylona qasî destekî- du desta bi wî bendî va weke xemlekê tên girêdan û xemilandin. Du bendê çeprast binê zikê firfirokê qasî nîv metroyî sist bi hev va tên girêdan. Bendeki qasî çil-pêncî metroyî wî bendê binzikê firfirokê va tê girêdan. Serê wî bendî destê xuyê firfirokê da ye. Ew hêdî hêdî firfirokê bi hewa dixe. Ba firfirokê radike, bilind dike, li esman dixe. Li jêr zar bi coş û bextewarî pey firfirokê direvin. Eger gelek zara firfirok rakiribe hewa bi xemla firfiroka tê dagirtin. Ya kîjanî li herî jor keve, ew zar xu ji her kesî bextewartir dihesibîne.


Tîr-kevan:

Bi çilpiyê ter va kevan tê çêkirin. Zar çilpiyê ter ditewînin, kevan dikin. Her du serê çilpî tên kêrtkirin. Bendek her du serê kêrtkirî tê derbaskirin, şidandî tê girêdan. Eger hebe dewsa bend da misîne yan jî tayê naylon tê girêdan. Kevan temam e. Qamûşekî şutî û rast dibinin. Seriyê zirav bo tîrê tê bijartin. Serê din bo bendê kevanê tê xebitandin. Parçe teneke rind dikutin, mîna tîr serê wî tuj dikin. Tîr bi serê qamûş dikin, ji bo ku tîrê serî nekeve, rind bi qamûş va dikin. Ku tîr jî çêkirin, ji bo avêtinê hazir e. Tîr didine ser bendê kevanê, kevanê dijenin. Gava kevan rind şidiya û gij bû tîr ji kevanê berdidin. Tîr bi hewa dikeve û heta ku menzil girtibe diçe wir û dikeve erdê. Îca zar pêşbaziya (yarışma) tîr-kevan jî çêdikin. Kê avête dûr ew ser dikeve, şa û bextewar ew e.


Hêklo-mêklo:

Lîstik bi kulmê desta va tê lîstin. Çend kes bilîzin, her yek cara pêşîn kulmeke xu dide ser ciyê lê dilîzin. Paşê yê din û yê din. Ew xilas bûn yê pêşiyê kulma xu ya din dide ser kulmê. Gava kulm li ser kulma hatine danîn aha dibêjin, ‘Hêklo mêklo çarim çêklo, hestiyê kewê, li ber kewê, kew firî, mamê gurî ser serê vî da rî.’ Kê bimîne herî dawî yanî gotina ‘rî’ ser kîjan kulmê bimîne ew kulm ji lîstikê derdikeve. Xuyê kulmê, kulma xu binçenga xu yan jî paşila xu da vedişêre. Lîstikê da her du kulmê kê îsabet bike, ew ji wê listikê da derdikeve heta careke din. Heta kulm xilas bin lîstik dewam dike. Yê ku li ser be, ew dikare her yekê windakirî ceza bike. Poz û rû tenî dike, bi qawûşê destê wî dixe.


Kosegelî:

Ev jî hem lîstik hem kevneşopiyeke bi hezar sala ye. Zivistana xedar da tê lîstin. Teqabilî çendê meha çile dike, tam nayê zanîn lê der û dora sersala mîladî ye. Zar û xort tev dilîzin. Çend kes ji êvar va xu amade dikin. Yek dikeve dilqê jina. Yêkî din çawê gîha li xu dialîne. Kince pîne potik dide ser xu. Rûyê xu ar dike, têniyê lê dike. Yê din jî mîna wan li xu dikin. xema wan ev e neyên naskirin. Tûrê ar didine ser pişta xu, derî bi derî digerin. Li derî dixin, ‘malê malê kosegelî hat derî vekin’. Dikevine hundir, jin û yê din dilîzin. Ev lîstikeke tiyatral e, yanî bi gotina gundiya ‘tiyatore’ dikin. Tiştê esas vê lîstikê da lîstikvan dilqê ku ketine naxazin bên naskirin. Hinek mîna hirça ne, hinek mîna meymûna. Piştî lîstikê kosegelî xelata xu dixazin. Pêş vê daxazê ar yan savar dikine tûrikê wan.


Qereçarşem:

Ev lîstik jî kevneşopiyeke bi hezar sala ne. Kurdê Êzdî ji vê ra dibêjin Çarşema Sor. Her hal kurdê misliman jî jê ra gotine Qereçaşem. Ev roj tê zarê gund êvarê haziriya xu dikin. Sol, lastik, sergîn û tiştê vêxistinê ber hev dikin. Êvar tê zar derdikevin ser xaniya, ber deriya, sol yan lastîka dixin ser şîş yan jî dirgana û agir berdidinê. Gund nişkê va bi agirê ser xaniya ronî dibe. Ev şeva ku gund berê jê ra digotin Qereçaşem Newroz bi xu ye.


Derziya miraza:

Ev jî kevneşopiya Newrozê yanî destpêka biharê ye. Wexta bihar ji binê berfê dibişkive hêviyê meriva mezin dibin. Hulm gulma erdê hêviyê keç û xorta jî mezin dibin. Keçikê azep, xortê nezewicî pey mirazê xu ne. Rojê Qereçarşemê xort diçin ser kulekê keçikê azep. Ji kulekê ra gore, laçik tiştê wekî wan dadiliqînin. Keçik û xort hev nas bikin, eger dile wan hev da hebe derziyê tê ra dikin. Mena wê ev e, dilê min te da ye. Eger derziyê tê ra nekin, mane ev e; ji min hêviyê bibire. Derziya miraza yan jî bextê ji lîstikê zêdetir kevneşopiya miraza ne.

Gelek lîstikê zara zarê kurîn dilîzin. Hinek jî hene hem zarê kurîn hem jî yê qîzîn dilîzin. Lîstika şeşik, axebê, seqe, ka gustîl, destmal, peşkeguro, bûka baranê, virvirk, hefttevş (yedîqina), hêklo mêklo, firfirok zarê qîzîn jî dilîzin.


Yaşar Eroğlu

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder