19 Aralık 2019 Perşembe

Em îro ketine çille

Li gotî hesabê Kurmancîyê; Îro ango bîstê mehê da payîz xelad dibe, dikeve çille mezin.


Tê gotin roja ku dinya dikeve çillê mezin, hirç jî dikevine çille. Ango dikevine çille. Hirç nîvê çille da ser yalîkî, nîvê din da jî ser yalîkî radizê. Heta ku çille xelas dibe, hirç hişyar nabe. Di xewê da jî hemasa binê patikên (pî) xwe didalêse ku sewa birçî nebe.

Bira ev bawerî û hesabê bav kala li vir nivîsar be ku neyê ji bîrkirinê.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder