8 Haziran 2021 Salı

Meseleyeke Resûl Begê

Resûl Beg, kurê Eyup Paşa ye. Eyup Paşa jî kurê Gulî Cewer Axa ye. Gulî Cewer Axa begê eşîra Redkî bû. Mala wan ra dibêjin "Torina Mala Kose" navê Mala Kose, ji Silêmanê Kose tê. Silêmanê Kose, kalikê vê malbatê ye.

Mala Resûl Begê di gundê Zîro da bû. Zîro, Kopqiran, Qelender, Poxana, Yekmal, Xidir û gundê me Qazî, tev Redkî ne, kurap in. Tev bi hev ra ji alîyê Rewanê hatine van gundan.

Go Resûl Beg hey carnan dihate gundê me, dibû mêvanê Sofî Silo. Carekê dîsa tê, şev dixwaze here avake xalî birêje. Go nav nayê gotinê, yekî gundîyê me jî xulamê Sofî Silo bûye. Sewa ku se neçine Resûl Begê wî bi Resûl Begê ra dişînine derê malê.

Wexta evna diçine derva, seyek di orta rê da rûniştî bûye, xulam jî merivekî pirs teqil bûye. Sê ra dibêje: "dûrde dûrde, çîyî maqûl e, ranabe."

Go wexta wî wusa got, Resûl Begê pirs hilda ser xwe. Resûl Beg dibêje "ho ho ho, mala Sofî Silo hirçan jî xweyî dike."

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder