2 Temmuz 2021 Cuma

Filankes esker çû

Li gundê me wexta ku yek li ser nan xeberde, dibêjin "....esker çû".

 Carekê esker têne gundê me, gundî nan didine wan. Nav nayê gotinê yekî gundîyê me jî li wir bûye. Eva li ser sifrê rûdinê, ew ê jî nan bixwe lê çawa dibe destpê dike, behsa eskerîya xwe dike. Esker nan dixwin, çay vedixwin û diçin, eva hê behsa eskerîya xwe dike. Yek navê wî hildide, dibêje "... esker çû, nanê xwe bixwe".

Piştî wê rojê êdî li gundê me dibe biwêjekî. Wexta yek li ser xwarinê zêde xeberde, dibêjin ".... esker çû".

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder