2 Kasım 2023 Perşembe

Keweka wundabûyî: Dodoyê du dukil

 

Dodoyê du nukil, cureyekî kewan e ku bi qasî 20-25 kîloyan giranîya wê heye. Bi qasî 300 sal berê kewa dodo yê herî dawîyê mirîye û li rûyê dinê da êdî ew nemane. Ez dodo ji ku dizanim? Ezê qala wê bikim.

Çend sal berê ez li pêşîya dikana me ya li Agirîyê rûniştibûm. Min dît ku kalek û pîrek ve hi hev ra dikine şer. Li ser pozê kalê, gillêyek hebû. Meriv hew dizanibû li ser poz, pozek dîsa heye. Min guhê xwe dayê, pîrê ji kalê ra dibêje "Dodo". Tiştek dîsa got lê min baş nedibihîst.

Wexta hinekî dîsa nêzîkî min bûn, min rind guhê xwe dagirt, min dêhna xwe dayê pîrê dibêje "Dodoyê du nukil".

Min got "gelo dodoyê du nukil çîye". Min nizanibû. Wext derbaz bû, di televîzyonê belgefîlmek li ser kewa dodo derketibû. Wexta min pozê dodo dît, ew kala û ew gotinên pîrê hatine bîra min. Pozê vê kewê, gelekî dişibîya pozê wî kalî. Lewma pîrê gotibû "dodoyê du nukil".

Lê wê pîrê dodoyê du nukil ji kî bîhistibû? Kî ji wê ra qala vê kewê kiribû? Xwedê bizanibe.

Lê meriv ji vê serpêhatîyê, vê encamê derdixe: Dodo li Kurdistanê hebûye, kurdan ji wê ra gotine "dodoyê du nukil" û mezinan ji piçûkan ra qala dodo kirine. Ku qal nekirina, wê pîrê dê çawa bizanibûya pozê mêrê wê dişibe pozê dodo?

Nîhat Öner

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder