25 Mayıs 2024 Cumartesi

Mesela Polêsê Hatinûçûyînê

Carekê Ûsikê Hecî Emer, Mîrzê apê Elo ve bi motora (trektor) mala apê Elo ve têne bajêr. Mîrzê apê Elo ehlîyeta wî tune, Ûsikê Hecî Emer jî nasnama wî. Sewa ku polês wan negirin, berê Çemê Mûradê ra têne bajêr.
Wexta nêzîkî noxtê (cîyê polêsên hatinûçûyînê) dibin, polêsek ji dûr ve dibêje 'bisekinin', wexta polês wusa dibêje, Mîrzê apê Elo wusa diçe, ramoka motorê du mêtreyan radibe hewa, dîsa dikeve. Ramok alîk radibe hewa, alîyê din rûdinê, hindik dimîne ku welgere. Polês dibîne ku ew direvin, guleyekê berî wan dide lê gule wan nagire. Piştî gullê, Mîrze wusa diçe, mîna birûskê. Hindik dimîne ku motor welgere. Ûsikê Hecî Emer ê di ramokê da diqîre, dibêje "Mîrze, ez qurbana te me bisekine, çi ceza daye ezê perê wê bidim". Lê Mîrze qe disekine? Wusa diçe, mîna birûskê.

23.05.2020

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder