4 Temmuz 2026 Cumartesi

Baweriyeka Li Gundê Me

Dibêjin stêrkên Leylê û Mecrûm salê carekê derdikevin. Dibêjin dema ku ew stêrk derkevin, paşê herdu li hev derbas dibin. Dibêjin dema ku ew li hev derbas dibin meriv li wan binêre û çi ji Xwedê bixwaze, Xwedê dide.

Berê milet dizanibû ew stêrkan kengê dertên. Şeva ku ew stêrk dê derkevin, Cemîla ya jina Hecî Celîl (Yildirim) ya rehmetî heta berbangê li hêviya derketina wan stêrkan disekine. Wexta ku stêrk derdikevin û tên li ber hev re derbas dibin, Cemîle dibêje "risq", li ser hev wusa dibêje. Carekê xwe şaş dike dê bêje "risq", dibêje "rişk". Ji ber wê malê wê malê jî pir dibe, rişkên wê jî.


Rehmetiya Cemîleyê ji eşîra Hesesorî bû. Eva bûyera hanê Helîme ya jina Xalitê Hecî Ûsiv gotibû. Diya Helîmeyê Xeyê jî Hesesorî bû. Ev jî serpê hatiyeke ji gundê me.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder