22 Haziran 2016 Çarşamba

Şerê Binelî û Edlan

Çend sal beriya vê, dewletê perekî biçûk û pir qedir kêm dida kesên xizan (feqîr) û bê kes. Îmdatê Ahmed, Edlanê Gewrê li şeher (Agiriyê) dibîne û jê dipirse, dibêje:

"Edlan pere dane te jî?"

Edlan dibêje:

"Erê, min çû pêncî milyon hilda"

Çend roj beriya wê, otêbêsa Memoyê Ehmedê Emoş bobeletek (qeza) derbas kiribû û welgeriyabû. Herkes brîndar bûbû. Siloyê Mesûdê yê kurapê Edlan û Binelî jî piyê wî keştibû. Îmdar çûbû seriyekî bide Silo, li wê derê behsa pereyê ku dewletê dabû kiribûn. Binelî gotibû:

"Kuro Edlan pere dane te jî?"

Edlan gotibû:

"Ola tencere siçan ne parasî?" (Kuro yê di quşxanê de rîtî perê çi?)

Edlan û Binelî ve li wê derê rikêfî hevudu dikin û li hev dixin. Îmdat ber bi derî derive, Siloyê ku piyê wî keştî ye nikare bireve û ji Îmdat re dibêje:

"Kuro nereve ev cismê gamêşan şer dikin, yê min di orta xwe biperçiqînin"

Ji devê gorbuhişt Memet Öner.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder