Dibe ku mijareke ne girîng be, lê dîsa jî dixwazim di vê nivîsê da qala hecîyên gundê me yên yekemîn, duyemîn û sêyemîn bikim. Lê berîya wê dixwazim qala tiştekî bikim: di sala 1978an da dema ku Hecî Ûsiv wan diçine hec, berîya hec wan dibine ser tirbeya Xanî Baba (Ahmedê Xanî).
Dibêjin wan deman, berîya ku hecî bi rê kevin, ew dibirine ser tirbeyê.
Li gundê me cara yekem herdu bira; Hecî Bekir (Qere Bekir) û Hecî Elî ve diçine hec (dibe ku berîya wan jî hecî hebin, lê ez nizanim).
Dû wan, koma duyemîn di sala 1975 yan 1976an da diçe; Hecî Emerê Miho, Hecî Esoyê Ûso, Hecî Ûsivê Kerîm, Hecî Zabit, Hecî Şeo.
Koma sêyemîn di sala 1978an da diçe; Hecî Ûsivê Miheme, Hecî Îsmaîlê Ûso, Melle Miheme, Hecî Tahirê Koço, Hecî Îbo, Hecî Mihemedê Melle Evrehman, Hecî Hemîd.
Koma sêyemîn bi xwe ra; nanê tisî, qatix (mast), tirş, toraq, penêr, hewla malan, tomask dibin.
Koma sêyemîn a ku 1978an da diçe, bi otêbêsê ve li der Bilîsê ra di heftekî da diçe hec.
Piştî koma sêyemîn, êdî derfeta herkesî çê dibe, derfet zêde dibin, herkes diçe hec.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder