26 Kasım 2019 Salı

Bahara jina Emerê Nado jineke jîhatî bûye

Rehmetîya Bahara jina Emerê Nado, ji eşîra Azîzî bûye. Hê jî li gund behsa pêşkê wê tê kirinê. Jineke him jîhatî him jî bi esil bûye.


Carekê rehemetîyê Îsayê Emer bûye, rehmetîye Qemen bûye, rehmetîyê Hecî Ûsiv bûye. Evna diçine pêş Qezer ereba ga va sap bînin, evna dinêrin mala Hecî Bekir ereba bar kirîye, kindirê wê girêdidin. Îsayê Emer dibêje:
"Em pêşîya vana bar kin, zevîyê derkevin, ezê bêjime Inna xwe, bira me ra keledoşê çêke."
Evna dest pê dikin sap bar dikin, Îsayê Emer jorê sap hildide, Hecî Ûsiv, Qeman va jî erdê sap didin. Evna bar dikin, dest bi girêdana bend dikin, berîya mala Hecî Bekir ga qoş dikin zevîyê derdikevin. Evna berîya wana têne gund, xermana. Îsayê Emer dibêje Bahara dîya xwe:
"Innê min soz da, min got em berîya wana zevîyê derkevin, ezê bêjime inna xwe, bira me ra keledoşê çêke."
Bahara rehmetî dibêje:
"Hûn herin zevîyê, heta hûn vê carê hatin, ezê çêkim."
Evna diçin, heta cara din tên, Bahara rehmetî keledoşê hazir dike.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder