21 Ağustos 2020 Cuma

Bawerîyeke gundê me ya wunda bûyî

Berê, dema ku zarokên hinekan di biçûktîya xwe da bimirana, malbata wan goşt bi tevî şelbikekî çingo belav dikirin, digotin "bayraqa zarokên xwe gerand" an "bayraqa zarokên xwe da".
Ez nizanim wateya bayraqê çîye, lê ez baş dizanim ku eleqeya wê bi bayrak (al) a tirkan ra tune.

Rehmetîyê Hecî Tahirê Koço, heft- heyşt zarokên wî di biçûktîya xwe dimirin, tîne canegekî dixe bêsîyê, canega baş goşt digire, tîne wî canegî şerjê dike, bi tevî şelbikên çingo, bayraqa zarokên xwe li heyşt malan digerîne.

Dema ku yek bayraqa zarokên xwe bigerîne, Kurd bawer dikin ku li wê dinê, zarokên wan ên ku bayraqa wan hatîye gerandin, li ber devê dojehê disekinin û nahêlin dê û bavê wan têkevinê dojehê. Her wusa di wan şelbikên çingo da avê didine dê û bavê xwe.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder