12 Aralık 2020 Cumartesi

Hevditîna du birayên hev wundakirî

Emo, Ûso ve bira ne. Wexta erîşên Ermenî û Ûris da yan ji Qersê tên yan jî Îdirê. Ji hevudu ji hev bê xeber yek dikeve Zîro yek jî dikeve Qazî (herdu gund li ber hev in).
Emo dikeve Zîro, Ûso dikeve Qazî. Sal zeman derbas dibin, wî çaxî wesayît tunebûne. Peyatî diçine Agirîyê tişt miştan distînin. Wexta diçine Agirîyê, herdu bi hev ra diçin
 Diçine bajêr, tişt miştên xwe distînin, dîsa bi hev ra vedigerin. Tên ji Oncelîyê derbas dibin, orta Qazî, Oncelîya da xwe ra li cîyekî rûdinên, Emo dibêje:
"Bira navê te çîye?"
Dibêje:
"Navê min Ûso ye. Lê yê te?"
Dibêje:
"Navê min jî Emo ye. Dîya min digot birakî te hebûye, wunda bûye, navê wî Ûso ye."
Ûso jî dibêje:
"Bavê min jî digot birakî te heye, wunda bûye, navê wî Ûso ye."
Wira herdu bira hevudu hembêz dikin, li ser hev da digirîn.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder