Mala Ûsikê Hecî Emer, berê di nava gund da bû. Niha şûnmayîyên xanî tunenin. Xanî dikete başûrê xanîyê Ûsivê apê Edê, rojhilatê xanîyê Resûlê apê Elo, rojhilatê xanîyê Lezgî û bakurê Xalitê apê Meşê.
Xanî berîya Ûsikê, yê ecemên gundê me bûye. Xanî, yê kalikê Sevima jina Îkramê apê Sebrî bûye. Wexta ku Fatma jina apê Sebrî çû ber emrê Xwedê, Sevim a bûka wê jî hatibû. Piştî ku şîn xelasbû yê êdî biçûna, Sevimê qurana xwe hilda pêşîyê çû ser şehîdê li pêşîya mala Hecî Elmecît, pişt mala Hecî Ûsiv da xwend. Paşê xêra wan pere danî ser şehîd ku hinek werên xwe ra hildin. Paşê çû ber derê mala Ûsikê Hecî Emer, li ser şêmîga xanîyê wan ê qere taxim da xwend û pere danî. Digot "kalik û pîrikê min digotin ev der, zîyaret e".
Îja em bêne mînakake dinê; Hecî Cehara jina Hecî Mistefayê apê Îsmaîl, hîç haja wê ji zîyaretê tunebû. Çend rojan hemasa pişta wê diêşe, şevekê di xewna xwe da dibîne yek jê ra dibêje:
"Di binê şêmîga mala Ûsikê Hecî Emer da zîyaret heye, here pişta xwe bide wir, pişta te yê pak bibe."
Hecî Cehar jî diçe, Newata jina Ûsik ra xewna xwe dibêje, Newat dibêje:
"Pişta xwe bidê, lê kesekî ra nebêje evder zîyaret e."
Hecî Cehar hinekî pişta xwe dikute şêmîgê, êşa pişta wê derbas dibe.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder