Ez dixwazim di vê nivîsê da qala nanê ku di şînan da tê dayîn bikim. Sed salî da çi, çawa guherî? Berîya ku ez destpê bikim dixwazim vê bibêjim; ev kevneşopî li gundê me, Qazî hebûn. Dibe ku gund û herêmên din cudatir be.
1: Dema kalikê min wan da; dema ku yek bimira, mirovan pez, rûn, birinc, çay, şekir û h.w.d hildidan bi xwe ra dibirine şînê, mala şînê jî ew ji bo mêvanan çê dikirin.
2: Dema bavê min wan da; dema ku yek bimira, kî ku dê nan bida, digot ezê filan rojê, filan danî nan bidim. Xurekê xwe li mala xwe amade dikir, dibire mala şînê. Hin caran du- sê malbat dibûne yek, bi hev ra çêdirin. Hin malbatên ku xurek baş çêdirin, mesrefeka baş dikirin, dema ku wan navê xwe dinivîsandin. Ji wê malbatê ra digotin "tu her tiştê xwe amade bike, kîjan rojê mêvanên şermê hatin, tu wê rojê nan bide". Li Qazî, mêvanên ku ji gundên Kupqiran û Zîro bihatana ra, 'mêvanê şermê' digotin. Çimkî him qedir didane wan û him jî wan her tişt nebicebindan. Wexta ku apê Elo (Aslan) mir, Hecî Ûsiv (Öner) got 'roja sifte ezê nan bidim' gundîyan gotin 'tu amadekarîyên xwe bibîne, kengê ku Kupqiran û Zîro hatin, tu wî çaxî nan bide'.
3: Niha, dema me da; dema ku yek bimire, herkes navê xwe dinivîsîne, melle û keya (mixtar) çiqas pere kivş bikin, serê malê ewqas pere didin. Bi wî pereyî ve sê rojan nan didin û mesrefê şînê dikin. Roja çaran, kî bixwaze mewlûdê dide. Mesrefa roja mewlûdê mala şînê dike.
N.Ö
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder