29 Mayıs 2022 Pazar

Sê Serpêhatîyên Hiseynê Hecî Emer

Rehmetîyê Hiseynê Hecî Emer ra dibêjin "Heger kurd mafê xwe bi dest bixin, yê sosyalîzmê bînin û nîvê malê te bidine şivan yan gavanekî. Em bêjin yê bidine Lezgî".

Hiseynê Hecî Emer jî hinekî hogeçê wî pirbûn. Li ser vê gotinê dibe dijminê tevgera kurdan. Li kuderê disekinî, ew rexne dikirin. Rehmetîyê Saîmê Melle Mihemed ê xwarzîyê wî jî, karê wî ken û laqirdî bû. Saîm hemasa Hiseyn ra têlefon vedikir, wek gerîllayan xeberdida û digot tu çima piştî me da xeber didî? Ez niha nizanim tu çi dikî; tu niha ber pencerê li ser pîya bi têlefonê ve xeber didî. Emê te bikujin. Rehmetîyê Hiseyn jî ditirse, şev nîvê şevê diçe mala Hecî Ûsivê xezûrê xwe, rehmetîyê Hecî Ûsiv ra dibêje. Ew jî dibêje hinek xort mortên gund in, ketine rex te. Dike nake dilê Hiseyn rehet nabe, dibêje wî çaxî were mala me. Hiseyn jî dibêje lê zarok û pezên min? Ew jî dibêje pezan bîne têxe gomeke me, bila zarokên te jî werin xanîyê me yê malê da bimînin. Hiseyn dibêje na welle, hema ew sewa kuştina şexsê min tên.

2

Zevîyeke rehnetîyê Hiseyn, pişt gundê Oncelîyê ye. Rojekê Saîmê xwarzîyê wî têlefonê vedike, dibêje apo hefsed pez berî zevîya te dane. Hiseyn dibêje ez hatim. Heta ser tapê Mengeser direve, wira rastî gundîyan tê, dibêjin ew teze hindera zevîyê ra derbas bûn, li wir pez mez tunebûn. Dibêje ew çi hebe dîsa ew kul gewrîyê Saîm e. Vedigere diçe malê.

3

Rehmetîyê Hiseyn wexta pez yan berxeka wan bimira, gelekî li ber xwe diket. Carekê li jêra Çevkanîyan pincar (silq) reşandine, ew jî bi kêrê ve serê silqan dibire. Kurê wî Orhan hema çend deqan carekê tê, dibêje "Kekê berxek dîsa mirar bû".
Orhan çiqasî tê, ew ber xwe dikeve, xemgîn dibe. Wusa wusa êvar ser wan da tê, Orhan tê ku bêjê êvar e, ez êdî berxan bibime gund?
Orhan çawa tê, dibêje "Kekê...."
Ew jî kêr dêst da ye, dibêje "Hiş be, hema gotinek  dîsa devê te da derê, ezê vê kêrê bavêjime stûyê te".
Orhan ji tirsana dengê xwe nake, Îbrahîmê kurê wî dibêje "Gede dibêje ez berxan bibime gund?"
Dibêje "Bira bibe".

29.05.2020

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder