Berê di qereqola Zîra da serleşkerek hebûye, zilmeke mezin li gundên devûdorê kirîye. Gelekan ji ber zilma wî xwe di mal da veşartine, gelek bi mehan nehatine gund.
Carekê bi qundaxa tifingê ve li Mîrzeyê apê Elo dixe, hefteyekê di nexwaşxaneyê da dimîne. Mîrzeyê apê Elo wuha qala wî dikir:
"Cemal Cevîz, serleşkerê qereqola Zîro bû. Cîyê sekinî li milet dixist, zilm li milet dikir. Em erdê gundê me yê wî alîyê çemê Mûradê bûn, me dewar diçêrandin. Hiseynî Hecî Emer, Elîcanê apê Tahir wan jî alîyê gundê me bûn. Eva hat, cîyê sekinî wusa li van herdikan xist, qêrînîya wan diçû asîmanan. Paşê em li wî alîyî hebûn deh heb, nava giştan da gazî min kir. Gundîyan gotin 'neçe', ez jî hinekî çûm, paşê ez sekinîm, min got 'ez nikarim dewarên xwe bihêlim û bêm'. Wana gule berî min dan, ez revîm. Wexta ez revîm, sê gule berî min dan, gule li min neketin. Paşê pişta rehmetîyê Hiseynê Hecî Emer siwar bû, Hiseyn ew derbasî alîyê çem ê walî kir. Carekê jî cîyê sekinî bi qundaxa tifingê ve li min xist, ez hefteyekê di nexwaşxaneyê da mam. Eloyê Hecî Îsmaîl, du mehan, sê mehan xwe di mala Hecî Bedir da veşart, Elîcan çend mehan çû Bazîdê, mala xwîşka xwe. Gişt ji ver zilma wî direvîn. Îja wexta di bava ewqas merivî da gazî min kir, paşê cîyê sekinî li min xist, ez bawer dikim hinekên li me nikaribûn, ji wî dixwastin ku min xe".
Eloyê Hecî Îsmaîl jî wuha qala wî dikir:
"Ew î hemasa zilm li me dikir. Dihate gund, em direvîyan. Carekê eva tê gund, apê Hisê tifinga xwe hildide, derdikeve pêşîya wî dibêje 'bes e, te birazîyê min dîn kir'. A wusa zalim bû".
21.05 2020
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder