5 Aralık 2022 Pazartesi

Apê Edê Qîza Xwe Çawa Dide Mala Sofî Silo?

Apê Edê (Yildiz), apê Hesoyê bavê wî Çal Ahmed (İşik), kurapê bavê wî Mîrzoyê Eme Kelaxê (Öner) va mêrxas bûne. Çal Ahmed û Mîrzo va betîya wî jîyane. Lê Apê Edê di sala 1968 an da dimire. Wexta li Îdirê gundê Hesexan bûne jî, piştî ku koçî Agirîyê kirine jî Apê Edê hemasa hatîye girtinê û di hepsan da maye. Wusa di hepsan da maye ku, eskerî nekirîye.


Dema ku di hepsê da bûye, apê Ûsoyê Sofî Silo (Akdenîz) hemasa serîyan di hepsê da dide wî. Çend caran pezan şerjê dike dibe, dibêje bira di hepsê da bixwe. Wexta Apê Ûsoyê Sofî Silo hemasa wusa diçe serlêdana wî, Apê Edê jî dibêje:
"Yan ezê kurekî xwe ra qîzeke Mala Sofî bixwazim, yan jî ezê qîzekê bidime wê malê."

Apê Edê kurê Heso ye, Heso kurê Eslan e, Eslan kurê Miho ye. Apê Ûso jî kurê Sofî Silo ye, Sofî Silo kurê Heso ye. Heso, Miho va kurên Silo ne.

Wexta Apê Edê hepsê da dertê, Maqûla qîza xwe dide Eledînê Hecî İsmaîlê Ûsoyê Sofî Silo. Qelendê Maqûlê şanzdeh hezar tê birînê. Meta Nîgar a jina Hecî Îsmaîl dibêje:
"Şanzdeh hezar zef e. Ka zarokên min dê çawa binê vî barî da derkevin?"

Hecî Heyderê birayê Ûsoyê Sofî Silo sewa ku Meta Nîgar dengê xwe neke, mexsûs dibêje:
"Na, şanzdeh hezar nîne, danzdeh hezar e."

Apê Fetah (Pedük) xwarzîyê mala Sofî Silo ye. Dibêje:
"Mala xalê minê Ûso da şanzdeh rişk tunenin, ka yê şanzdeh hezarî ji ku bînin?"

Kurên Hecî Îsmaîl wê salê diçine xerîbîyê, qelend qezenc dikin û tînin didin.

Dibe ku ev nivîsa sewa xerîban ne girîng be, lê ji bo gundîyên me girîng e. Min bi Kurdî nivîsî ku tenê mirovên baş fam bikin.

07.12.2018

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder