8 Aralık 2022 Perşembe

Berf nabare ser xanîyê Hecî Ûsiv

Rehmetîyê Hecî Ûsiv, rehma Xwedê li ser be. Wusa jîhatîbû, wusa bi aqil bû ku tu pesin têra pesinandina wî nake.


Karekî wî hebûya, şev xewa wî nedihat. Şev diçû li gundê Kevirgewkê bi ereba ga va sap, gîha hildide dianî gund, hê gund giş di xewê dabû. Meseleya berfa ku nedibarî li ser xanî; Hecî Ûsiv gelekî bi pêşk bû, dema zivistanan, hê gund giş di xewê da bû, ewî kozî, kulfet tev radikir, berîya herkesî berfa ku batî li ser xanî bi berfokan va dida paqijkirinê, paşê jî bi siqavêlan va.

Li gund hin malbat hebûn ku dixwestin berîya mala Hecî Ûsiv rabin û ser xanî paqij bikin. Ew çiqasî zû radibûn jî dinêrin dîsa jî li ser xanî paqijkirîye û qe tozaxa berfê jî tune ye. Dema ku gundî çiqasî zû radibûn û ser xanîyên Hecî Ûsiv  paqij didîtin, dawîyê da bi dil û can bawer dikin ku berf nabare ser xanîyê Hecî Ûsiv.

Meseleya berf nabare ser xanîyê Hecî Ûsiv ji vir tê.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder