12 Aralık 2024 Perşembe

Hemîdê Elîyê Emo çawa zora ecem dibe?

Bavê Necmedînê ecem dimire, dîya wî Leylê didine Welî Çawûşê Mengeser yê Ecem. Welî Çawûş tehsîldar bûye. Dewat ber derê mala Ûsivê Apê Edê digere.
Ji Mengeser yekî palevan jî tê, bejna wî du carî bejna Hemîdê Elî bûye. Zendên milê wî, mîna newqa merivekî bûye. Ecem destên xwe çokên xwe dixe, bi tirkîtî dibêje:
"Vî gundî da mêrik tune bi min ra gulaş bigire?"
Hemîdê Elî berva pêşîyê dertê, Hecî Bekir milê wî digire, dibêje:
"Hemîd, tu nabînî bejna mêrik sê carî te ye."
Hemîd dibêje:
"Na, ezê wî ra gulaş bigirim."
Diçe wî ra gulaş digire, valî walî hev digerînin, Hemîd serê xwe dixe binî, ser xwe ra davêje, çoka xwe dide ser zikê wî. Gundî gişt destên xwe li hev dixin, çepikan dixin. Hecî Bekir tîne bêrika xwe da şekir derdixe, dide Hemîdê Elî.

Paşê zeman dervas dibe, Hecî Bekir qîza xwe Fatê (Xalojnê) dide Sebrîyê kurê Hemîdê Elîyê Eme Kelaxê.

Hemîd yekî bejnê kin, zerîn bûye. Zenc û pêçîyên wî, gelekî qalin û spî bûne.

Hemîdê Elîyê Emo

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder