11 Haziran 2025 Çarşamba

Dayîn goştê canê însan e

Rehmetîyê Hecî Ûsiv (Öner), xêr, xêratan da, şîn û şahîyan da berîya herkesî xwe dida pêş. Wexta ku gundê me da yek bimira, mêvanên gundên Zîro û Kopqiran hemasa dişandine mala wî, mezinên gund digotin "Hecî Ûsiv, rind mêvanan pêşvazî dike, hirmeteke baş nîşan dide.
Zîro  Qopqiran zû zû tiştan naecibînin, ew qirfan jî dikin, divê mala Hecî Ûsiv wan bibe mala xwe ku,  gundê me nekeve şermîyê". Wexta yekî di vê mijarê da pesnê Hecî Ûsiv bida, kirinên wî bişikêranda, wî jî digot "Dayîn, goştê canê însan e".

Wateya vê gotinê; dayîn, ango malê dinê di çavê însan da mîna goştê canê wî ye, dema ku xêr, xêratekê bike hew dizane goştê canê wî ji canê wî diqete. Ango digot herkes nikare bide.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder