29 Mayıs 2016 Pazar

Ji dîroka gundê me rûpelek

Wekî tê zanîn îro di derbarê dîroka gundê me de di destê me de tu çavkaniyeke nivîskî tuneye. Mirovekê ku nizane dîrok çiye, naxwîne jî. Dibe ku vê nivîsê bixwîne jî fêhm nake.


Em wekî malpera Gundê Qazî pir ji dîrokê hez dikin, dîroka Kurdan, ya Redkiyan û bi taybetî jî ya gundê me. Wekî me li jorê jî got di destê me de di derheqa dîroka gundê me de çavkaniyên nivîskî pir kêm in. Mixabim ku gundiyên me yên xwendî tenê ji boy pereyan û mûçeyan xwendine, mirovên ku bi rastî xwendinê hez dikin pir kêmên. Yên nexwendî jî, bixwe nexwendîne û dizanin xwendin tiştekî çiqas xweş e. Xwendina ku ez ez qala wê dikim; ne xwendina dibistan û zanîngehan e, xwendina pirtûkan, gotaran û nivîsan e. Dibistan û zanîngehan herkes dixwîne, lê yên ku ez dibêjim pir kêm.

Sêbare dikim; dîroka gundê me û gundiyên me pir kêm hatiye nivîsandin (ew jî me bi qasî ku bihîstiye nivîsiye) ji ber wê, em çi ku dibîhîzin dinivîsînin.

Emerê Nado (Yılmaz) jî mîna Haciyê Heso, Mîrzoyê Emo, Edê Hesoyê Eslan, Bekirê Sofî Evle û Sofî Siloyê Heso merivekî ku mohra xwe li hişê gundiyên me xistiyî ye. Ji 40-50 salî zêdetir e miriye lê, hin jî navê wî tê zanîn û malbata wî wek "Mala Emerê Nado" tê naskirin.

Em werin mijara xe; Emerê Nado merivekî nan dayî û merd bûye. Wekî ew merivên ku hinekî dinya naskirine dizanin jî, merivên nandayî û merd, merivine xizanin. Çimkî ew nikarin mîna merivên tima pereyan bikin lod. Emerê Nado ji ber baştî û mertiya xwe xizan û feqîr bûye. Rojekê çawa dibe hin kes bi xirfê xwe bi xizantiya wî dikin. Emerê ku pir li ber xwe dikeve, jin û zarokên xwe li Qazî dihêle, diçe wunda dibe.

Du sal, sê sal derbas dibe, Emerê Nado nayê, mala xezûrê wî tê Qazî, dixwazin Bahara jina wî bibin. Bahar ji eşîra Azîziyan bûye, jineke jîhatî û bi mêranî bûye. Malbavana Baharê tê û dibêje:
-Ez bû du, sê salan Emerê mêrê te çû û nehat, kifşe ku nayê jî, em dixwazin te bi xwe re bibin.

Xizmên Emerê Nado, Tirşikan, Siloleran,  Hacîleran, Hecîleran û h.w.d din, çiqas kurên kurapên Emerê Nado hene, giş diçine cem Baharê û dibêjinê:

-Bahar, mêrê te Emer çû û nehat. Malbavana te jî hatiye û dixwaze te bibe. Tu xwe li me digirî yan ji wan?

Bidî malbavana Baharê ji wê dipirsin, Bahara ku pir li xizmên mêrê xwe hezdike, qedrê wan li erdê naxe. Dibêje:

-Ez xwe li mala xezûrê xwe digirim.

Xizmên Emerê Nado giş dibêjin "Wekî we jî dît, qîza we me xweş e".

Malbavana Bahara şîr helal diçe, rojekê dinêrin ku Emerê Nado bi qasî 200-300 pez daye pêşiya xwe û tê Qazî. Giş diçin dibêjin:

-Heyran ev du sê sal e, tu nabêjî zarên min, jina min li gundin? Xwedê te bihêle qe wuha dibe?

Emerê Nado dibêje:

-Wexta ew î kesî feqirtiya min da rûyê min û ji ber tunebûna malê dinê ez biçûk dîtim, min got "heta ez nebime dewletî, bila Qazî min heram be" Ez çûm bûme şivan, bûme gavan, ez gund bi gund geriyam û min kar û şixul dît kir û ev pezan kirîn û hatim.

Ev çîroka Emerê Nado  li gundê me ji hêla kal û pîran ve pir tê gotin, rojekê were ew kal û pîrên jî bimirin û dê bê bîrkirin. Ji ber wê min xwest binivîsînim. Him dîrok wunda nabe û him jî nivîsandin xemên merivan hildide.

30.05.2016
N.Ö

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder