24 Mayıs 2016 Salı

Hesen bira serê xwe ji Kela Xoşabê derxe

Berê gundiyên me tim çûne herêma Wanê, gund bi gund geriyane pez û dewar kirîne û anîne li Agiriyê firotine. Ev meteloka li jêrê jî li ser yek ji wan danûstendinane.


Wekî Hecî Hemîd (Kandemîr) jî gotibû; berê li herêmê merivên ku danûstendinê (alvêr) bikin tunebûne. Bazara Agiriyê bi giştî di destê Redkiyan de bûye. Di nava Redkiyan de jî  gundên Qazî û Zîro.

Armanca vê mînaka jorê ew e ku; gundiyên me ji berê berê de xwe di nava danûstendinê de dîtine. Heya Wan û Colemergê çûne, her gundekî pezek, du pez, dewarek an çend dewar kirîne, vegerê de jî dîsa yek bi yek pez û dewarên xwe komî ser hev kirine û anîne li Agiriyê firotine.

Dema çûne ew heremên li jêrê, du mehan, sê mehan venegeriyane. Mala Emerê Nado (Yılmaz) û Mala Hisê Miho (Akdeniz) ve tim bi hevre çûne danûstendinê.

Rojekê dîsa mala Emerê Nado û mala Hisê Miho ve diçine hêla Ebexa Wanê danûstendinê. Îsmetê Hisê tim dibêje "ez nexwaşim". Êdî ji ber nexwaşiyên Îsmet, Memûdê Eyşê (Yılmaz) wusa hêrs dibe ku, destê wî were dê serê Îsmet têxe devê xwe û bicû.

Li hêla Ebexê diçine gundekî, Îsmet Memûd re dibêje "Kûp bavêje pişta min"

Memûd xwe bi xwe re dibêje "Îsmet tu teze ketî destê min"

Çend kûpan bi germî germî, bi agir ve davêje pişta Îsmet, Îsmet wusa dibe ku dişewite. Lê ji tirsa ku Memûdê têxe şer, dengê xwe dernaxe. Memûd kûpan davêje pişta Îsmet, Îsmet bi dilê xwe dişewite û kûp avîtin xelas dibe, Hesenê birayê Îsmet tê. Îsmet çawa ku Hesen dibîne, dest bi kilamê dike dibêje:

"Hesen lo bira
Hesen lo bira
serê xwe ji Kela Xoşabê derxe binêre
mala Emerê Nado malake xayîn û bêbext e
saxî saxî agir berî birayê te dane."

Ji devê Memûdê Eyşê hatiye nivîsandin.

25.05.2016

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder