11 Mayıs 2016 Çarşamba

Silhê û îkî nimara

Silhê Sîsê (Korak), Nûrê Gewrê (Çobankent), Yaşoyê Mistê (Yıldız) û çend gundiyên me yên din ve goglîstên gelekî baş bûne. Di her maşê de herî zef wan gol avîtine tîma dijî (dijber) wan.


Rojekê gundê Qezer bi gundê Cimka re gog dilîze. Qezerî ji Qazî jî Silê, Mihemedê Nesoyê Hecî Ûsiv (Öner) û çend hebin din jî bi xwe re dibin. Dixwazin ew jî li hember Cimka di tîma wan de bilîzîn. Xortên gundê Cimka di gogê de gelekî baş bûne.

Qezeriyên ku xortên Qazî bi xwe re birine, dexesiyê dikin; naxwazin xortên Qazî gola bavêjin, çimkî heger Qaziyî golan bavêjin, Cimkayî dê bibêjin "me bi Qezer re lîst, lê gol giş Qaziyî ya avîtin" ji ber wê, zengê (pas) nadine Qaziyiyan. Qezerî jî nikaribûne baş bilîzin. Piştî demeke kurt, Cimka golekê davêje Qezer. Paşê ji tîma Cimka, kesekî formê du nimara li xwe kiriye, faol dike û Silhê seqet dibe û ji lîstikê derdikeve.

Di dawiyê de lîstika wan Cimka û Qezer 1-0 xelas dibe. Miletê Cimka, kesên ji tîma dijber dibine mêvaniya xwe û nan didine wan. Xortên ji Qazî jî dibine mêvanê kesê ku Silhê seqet kiriye. Li wê derê, li cem wî şexsî, Silhê dibêje:

"Min diya îkî nimara nî, ew î ez seqet kirim. Piyê min zef diêşe"

Xortên Qazî bi Silhê re çavê xwe diqirpînin, lê Silhê serwext nabe. Paşê wexta mêrik diçe ji aşxanê tiştekî bîne, hevalên wî dibêjin:

"Kuro Silhê, kuro tu çima didî xeberan (çêran), ne îkî nimara ev e. Tu çima cem mêrik didî xeberan?"

Xortên Qazî lêborîna xwe ji wî xortî dixwazin.

Li ser wê bûyerê re gelek sal derbas bûn, lê hê jî nehatiye ji bîr kirin.

11.05.2016

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder