Cehara jina Hecî Ûsiv, qîza Emerê Nado, xwîşka xwe Zeynep ve pêz diçine çollê, rîya xwe şaş dikin, wunda dibin. Wunda dibin, rîya gund rast nakin, nizanin yê kuda herin. Beranekî qelqaş hemasa dide pêşîya wan, rê nîşan dike, ji avan ra, cîyên tenîsk ra derbas dike.
Wexta ew pey neçin jî, beran pişta xwe vedigire, disekine, heta ew diçin. Wusa wusa beran rê nîşanî wan dike, wan hildide dibe gundê Dodo (gund niha binê bendava Yaçî da maye). Diçine Dodo, li malekê dibine mêvan.
Beran, beranekî xalî nebûye.
Du roj, sê roj derbas dibe, gundîyên me jî hemasa her yek dikeve gundekî wana digerin.
Piştî du rojan, yan sê rojan Hecî Emerê Mihoyê Sofî Silo (Akdenîz) wan li Dodo dibîne, bi hespa xwe ve hildide û tîne gund.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder