Kurekî Melle Evrehmanê rehmetî, rehma Xwedê lê be, kêlindî (tirpan) lêdikeve, dimire.
Rehmetîyê Hecî Ûsiv digot:
"Ez bûm, Hecî Îbo bû, ew birayê Hecî Mihemed bû. Em wî çaxî biçûk bûn, em ne hê zewicîbûn, ne jî me eskerî kiribû. Em li Bicixa, me berx diçêrand, Mizefer jî kêlindî dikişand. Me jî gote Mizefer 'kêlindîyê bide, em jî hey bavêjinê, xwe hîn bikin'. Mizefer tirpan dikişand, çend caran gote birayê Hecî Mihemed 'wê da here, kêlindîyê tekeve'.
Dîya Mizefer yan jî jina wî, hinek toyê qatix (mast) dabû ser nan, gotibû tu wira dixwî. Mizefer rûnişt nanê xwe xwar, dîsa rabû kêlindî kişand. Çawa bû, kêlindî çoka birayê Hecî Mihemed ket. Heta revîne gund, heta caw çû, heta gundî hat, birîndar birin, xwîna ewa bir, çû ser emrê Xwedê. Tahirê Silo kêlindî anî, bajêve stûyê Mizefer, Melle Evrehman got 'na, lênexin, qetla wî nexine stûyê min. Xwedê ji min birîye'.
Îja paşê Mizefer gund terikand. Mihemedê apê Ûso her roj digot 'ezê xwe ra milkê Mizefer bikirim'. Paşê rehmetîyê Evkerîm çû xwe ra zevî mevîyê wî kirîn. Milkê wîya; Çayîra binya merzela, zevîya tapê Lîçê, zevîya ser rîya Mengeser, yek jî barike nêzîkî qiracê me bû, yek jî ser rîya Kopqirîn e."
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder