7 Şubat 2019 Perşembe

Cîh û warên dîrokî yên li Qazî

Gundê me Qazî û devdora gund, kivşe ku cîh û warên dîrokî bûne. Wexta ku mirov li devdora gund digere, heger meriv bi baldarî tev bigere meriv rastî şopa dîrokê tê.


Dema ku pêşiyên me, ango kurdên ji eşîra Redkî têne vî gundî, gund vala bûye. Ji ber wê em dîroka vî gundî baş nizanin. Li gorî şopan em tenê texmîn dikin.

Berê, wexta em zarok bûn, wexta ku mezin diçûn tovê (toxim) ceh û genim li zeviyan direşandin em jî bi xwe ra dibirin, me bi vêdrokan ve genim an ceh dikişand, dikire mêzerên wan ên ku ceh an genim dikirinê li zeviyê direşandin. Heta ku wan tov direşand, derfeta me ya li nava zeviyan gerê çêdibû ku em xwe ra bi baldarî bigerin. Dema ku em diçûne zeviyên me yên li sir lîçê; zeviya Selam û zeviya Qero, ez hemasa di nava zeviyê da rastî perçeyên ferfûran (seramîk) dihatim. Her wusa xweliya van zeviyan jî dişibî xweliya şewitî, ango xweliya kulîkan. Wexta ku me li mezinan dipirsîn, digotin 'van deran gund hebûne'. Lê naşibe cih û warên dused, sêsed salî. Belkî cîh û warên bi hezaran salan. Çend sal beriya vê li wan deran gundiyekî me zeviya xwe cot kiribû, merzelekî zarokan derketibû. Çawa ku kevir hevraz kiribûn, hestû bûbûn toz. Ev bi tena serê xwe îspat dike ku merzelekî bi hezaran salan bûye. Çawa ku hewa li hestûyan dikeve, hestû dibine toz.

Dîsa pêrar apê Resûlê Mûsayê Kurika digot: "Berê li herêma Şorikê di binê erdê da tenûr derdiketin, selên mezin derdiketin. Kivş bû ku ew cîh, cîhê gundan e".

Her wusa Eledînê Hecî Îsmaîl, mala wî ser palê ye. Wî jî min ra digot: "wexta meriv zevdora mizgeftê vedide morî derdiketin. Hestû derdiketin." Ez bawer dikin ku devdora mizgeftê, di dema Ûrartûyan da goristan bûye (hinek dibêjin ûrartû pêşiyên kurdan in hinek jî dibêjin pêşiyên ermeniyan in). Dibe ku hinek bibêjin dibe ku ew der goristana ermeniyan be, lê bi qasî ku ez dizanim goristana ermeniyan li dewsa mala apê Hecî Elmecît û apê Miheme ye. Çimkî li dewsa van herdu malan pir hestû derdiketin, hestû kivş bûn ne zêde kevn bûn. Wexta ku em zarok bûn mala Hecî Elmecît sewa ku destşoyekî çêkin erd kolan, gelek hestû derketin. Wexta ku kanî kişandine ber derê xwe, di dewsa xeta boriyên avê da dîsa hestû derketin. Jixwe şehîd (kes nizane ewê di wir da çalkirî kî ye) jî li ber derê wan, di devê rê da ye.

Dîsa Eledînê Hecî Îsmaîl digot "wexta ku min hîmê vê malê avît, tenûreke saxlem derket. Heger me dil bikira me dikaribû derxista û bixebitanda". Kivşe ku li serê wê palê jî  mal hebûne.

Dîsa li jêra lîça mezin şopa herqeke avê heye. Êdî bi wê herqê ve aş xebitandine, zevî yan bostan av dane nizanim. Mijara aşan vebû qala du aşan jî bikim; yek di onca Cemalê Hecî Mihemed da bûye, yek jî di zeviya Tahirê Evdo ya li ber bendê da bûye. Kevirên wan ketine binê erdê. Aş pir ji dîrokeke kevn nayên. Lê sewa ku di nava nivîsan da cihê xwe bigirin min nivîsîn.

Ez dixwazim vê jî bibêjim; li gundê me kevirên ku li ser nivîs an îşaret hene tunene. Sedema wê; ji ber ku li vê herêmê kevir kêm in, dema ku milet avahî çêkirine kevirên hebûyî hemû hildane û bi wan ve avahî avakirine. Dema ku mirov bi baldarî dîwarên avahiyên kevn yên li gund dinêhêre, di gelek dîwaran da kevirên ku li ser wan nivîs û şikil hene dibîne.

Erdalê kurê rehmetiyê Kemal çend sal berê avahiyên Hecî Dawit kirî. Sala par kanî kişandibû yan binesazî çêkiribû. Kevirekî bi qasî sê-çar mêtreyan di binê erdê da dîtibûn, digot hemû bi nivîs bû. Vedidin, vedidin dinêhêrin ku dawiya kevir nayê, dîsa ser kevir bi xweliyê ve digirin.

Bi qasî panzdeh, bîst sal berê apê Xalitê Meşê li çayîra Çelê kebirekî ku kimê wî derketibû rûyê erdê dîtibû, kevir wek serê beranan çêkiribûn. Kevir di tewla wan da bû. Wexta ku mala xwe anîne bajêr, kevir li gund mabû. Êdî çi hate serê kevir? nizanim.

Hin tişt jî hene ku ji ber ku min di nivîsên berê da wala wan kiriye, ez qala wan nakim.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder