22 Şubat 2019 Cuma

Marên Çîyayê Elegezê

Min bi dûr ve Elegez dîtîye. Lê ez bi xwe neçûme ser çîyayê Elegezê, li wan deran negerîyame. Lê di biçûktîya me wir da mezinan wusa behsa Elegezê kirine ku, ez niha herim, ez bawer dikim ku qe ez xerîbîya wî erdî nakişînim.


Berê, berîya ku fille ji Osmanîyê, Îranê bikişin bêne Rewanê (Erîvan), Rewan bi piranî kurd bûye. Eşîra Redka jî nîvê pir li Rewanê, nîvek jî li devdora Îdirê, ew cîyê ku em dibêjine Deşta Rewanê bûne. Gundên me giş wî çaxî deşta Rewanê bûne. Hinek li gundên Îdirê, hinek jî devdora Rewanê, Laçînê, Kelbajar wan deran bûne.

Mala Kurika jî, binkoza wan li Îdirê gundê Xudulîyê (Xidirlî) zozanên wan jî mîna eşîra Redka giştî, zozanên Elegezê bûne (Axmixan, Egrîce û h.w.d). Elegez, wek çîyayê Grîdaxê (Agirî) li ser hev, tûm nîne, qadeke zef mezin digire. Bi qasî Grîdaxê zef bilind nîne, lê heta çavên meriva hilde qadeke mezin digire, gereke mezin e.

Destpêkeke biharê dîsa eşîra Redka tev dikişe zozanên Elegezê, her wusa mala Kurika jî.

Xwîşkeke Hesenê Kurika, navê wê Eyşê bûye. Eyşê mêr kirî bûye, havîne diçe cem mala bavê xwe, zozanên Elegezê. Diçin li zozanê konê xwe vedidin, çend roj derbas dibin, şevekê dikevine kona razên, wextekê Eyşê dike qirinî, gazî Hesenê kekê xwe dike, dibêje:
"Wî keko."
Ew çawa ku diqîre, rehmetîyê Hesenê Kurika dibêje:
"Eyşê dûpişk e?"
Dibêje:
"Na keko, mar e."

Radibin Eyşê direvîne şeherê Rewanê. Dixtor wexta dewsa derba mar dinêre, dibêje:
"Heywax bi diranê bê ve lêxistîye, heger diranê bê ve lênexista minê xelas bikira. Diranê bê ve lêxistîye, jahr li bedena wê giştî belav bûye."

Eyşê diçe ser emrê Xwedê. Digot dema ku rehmetîyê Hesenê Kurika behsa vê serpêhatîya dil şewat dikir, digirîya. Gotîye "Emana me ji destê marên Elegezê da tunebû."

Paşê navê nebîyeka xwe datîne Eyşê. Eyşê dibe bûka Mala Bekirê Mamo. Mala Bekirê Mamo ji Qazî diçe Akraka Kopê, ji wir ra jî diçine gundê Kopqiranê Ecema.

Di dawîya nivîsê da dixwazim vê bibêjim; êdî mezinên me yên ku li Rewanê hatibûne dinê, neman. Tev çûne binê xwelîyê, her wusa bîranînên wan yên Rewanê jî ji ber nenivîsandinê, ew jî bûne xwelî. Divê yên di dest da mayî, di bîrê da mayî bêne nivîsandin ku ew jî nebine xwelî.

Nîhat Öner

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder