20 Şubat 2019 Çarşamba

Yaşar Eroğlu: Gundê Qazî (2)

                Ez ê vê nivîsa xu da behsa halê gund yê civakî bikim. Ez ê dîsa bi zimanê gundiyê xu binivîsim qe nebe zêde bê fêm kirin.

Rewşa civakî û çendê din yê gundê Qazî

Mena gotina civakî ev e; cimetî yanî bi gotina tirkî toplumsal. Gundê Qazî derdora 80 malan e. Ji avabûna xu heta îro her wext koç daye derva. Ji serî heta îro gelek malbat ji binî va jê çûne, gelek guhertin lê çêbûne. Wexta gund bêkes û xalî maye malbatê ji Îdirê berve Qerekoseyê hatine, yek yek hatine li gundê me cî bûne. Li gorî mezinê mala me (mala Mihemedê Evdirehman) serê sifte kalikê min Evdirehman ji Zîro hatiye Qaziyê vala li serê gundî yalê Zîro ciyê xaniyê ermeniya yê xerabûyî koxik moxik ava kiriye, êvarê jî ziviriye Zîro. Paşê li Qazî cî bûye. Gundiyê me yê nas û dost hêdî hêdî hatine ji xu ra mal çêkirine, ew jî lê cî bûne. İsa jî gund mezin bûye. Lê hinek gundî jî tiştê din diwêjin, li gorî wan berê kalikê wan hatine, tabî ez bixu eseya wê rind nizanim. Welhasil gund isa ava bûye, mezin bûye. İsa tê xuya ku deh-panzdeh sala gund panzdeh-bîst mal bûye, paşê bere bere zêde bûye.

İsa tê xuya ku yê serê pêşî li gund cî bûne kurmanc in. Yê kurmanc ji xêncî du sê malê Azîza, du malê Celaliya, sê malê desta Hamê Nazê gişt ji eşîra Zîla, qebîla Redka, bereka Kûmka ne. Li gund çend desteyê Kûmka hene. Desta Siloya, desta Weloya, desta Tirşika, Desta Hecî Bekir, desta Kurika, desta Tahirê Evdo, desta Hacî, desta Emerê Nado, desta mala Zêwit. Ji xeynî wan yê Redkî lê ne Kumkî hene; mala Hisoyê bavê Fetê ji Torina Malbatê ne. Mala Hesê Qirix, mala Hesenê Celalî jî ji Celaliya ne. Yek jî Azîziya hene. Ev eşîr, qebîle yan jî deste kurmanc- kurd in. Lê li gundê me seranser ne kurd û kurmanc in.

Li gundê Qazî ji xeynî kumanc-kurda ecem jî hene. Qesta ji ecema ev e; azerî, terekeme, qerpapax û yê din ra diwêjin ecem. Berê Qazî hema hema nivî ecem nivî jî kurmanc bû. Lê gelek malê ecema ji gund bar kir, îro çend mal mane. Ecemê gundê me texmîna min ew jî ji Îdirê hatine. Hinekê wan terekeme, hinek şîî, hinek qerepapax, hinek jî tirk in. Yê berê mehla yalê meytewê terekeme ne, yê jê ra diwêjin meşedî şîî ne, mala Hecî Huseyn, alman biyix jê ra digotin, wî digot em qerepapax in. Mala Elîxan hebû, wî digot rasterast em tirkê Oxiz in.

Serî da me got, gundiyê me ji Îdirê hatine. Bingeha koça gundê me ji Îdirê ye. Eger ser mile Îranê, eger ji yalê Farqînê (Sîlvan) eşîra Redka/Redkî li yalê Îdirê, çiyayê Elegezê, Rewanê(Erîwan) heta sînorê Gurcistanê bi cî û war bûye. Navê gundê Hesexanê, Xudilî, Qerehacîlî, Edetlî nav gundiyê me da tê zanîn, gihiştiye heta nifşa ( kûşax) me û yê pey me jî. Beriya şerê Osmanî û Ûris çend malbatê xizm û eqrebayê gundiyê me berve yalê Qersê- Erdehan û Sarîqamûşê koç kirine. Wexta şer dest pê dike, tam ser sînorê ew lê ne diqewime. Redka eşîreteke koçber e, heta wan sala jî timî ji wir koçî dereke din kirine. Wexta şer çêdibe huzur û rihetiya wan namîne, berve Qerekoseyê tên.

Yê gundê me ava kirine jî pêşî hatine gundê Zîro. Serê pêşîn Mela Evrehmanê kalikê min li Qazî bi cî û war dibe, biraziyê wî Hisê, Heso, xizmê wî Dawo û Temo, merivê nêzî wan Bekirê Çûr (Sarî Bekir) wî teqîp dikin. Mûsayê Hesen kalikê min gelek ji şunda têne Qazî. Mala Siloyê kalikê Hecî Bedirê Ûso, mala Haciyê kalikê Xalis û Silhedînê Elî, mala Emerê Nadoyê bavê Mihemed û Îsa, desteya Weloya, mala Tahirê Evdo, mala Hecî Bekir, mala Emo û Sano, mala Hecî Îsayê Biro, mala Zêwit, mala Koçoyê bavê Têhir û Hemîdê Azîzî, mala Hesoyê bavê Seîdê Azîzî, mala Hisoyê bavê Elî û Fetê, mala Eliyê Kor, ew jî merivê redka ne, mala Hesê Qirixê Celalî, mala Hesenê Celalî, desteya Tirşika li Qazî bi cî dibin.

Hatina Ecema gundê Qazî:

Ecemê gundê me jî ji çend ciya hatine. Esas ecem faris in. Ji ber ku îslamiyet dereng qebûl kirine ereba jê ra gotine Ecem yanî ku nezan, ecemî, yalê îslamê da netemam. Îcar gelek yê ku em jê ra diwêjin Ecem şîî ne. Faris jî şîî ne. Ji yalê Îranê hatine isa navê wan jî lê kirine ecem. Me kurda gişt tev hev kirine jê ra gotiye Ecem. Paşê ecemtiya Farisa hatiye bîrkirin, li ser terekeme û Azeriya rûniştiye. Yanî kê bi zimanê ku mîna tirka xeber didin jê ra gotine Ecem, zimanê wan ra gotine ecemkî.

Ecemê gundê me serî da nîvê gund ew bûn. Piranî ji Îdirê hatine. Yê ji Mengeser jî hatine hene. Li gundê Golesora Avekevrê (Taşliçay) mudurê tapuya Rifet beg hebûye. Wî pêşevanî kiriye eceme Îdirê anîne, li çend gundê ber û bereket yê deştê cî kirine. Fikra wî ev bûye; bira cî û warê bi ber û bereket destê ecema da bimîne. Mengeser, Oncelî, Xidir, Mezre, Sofyan, Gerger, Qazî ecem lê cî û war kirine. Paşê berekê va ecem ji gund derketin, a niha çend malê ecema mane: Mala Îskenderê meşedî; Silo, Qeso, Edo û malbatê wan. Ji mala Ûsivê meşedî tenê Ûrfan li gund maye. Mala Ahmedê Emoş; Ahmed û jina wî wefat kirine, tenê du yan sê keçikê wan mane. Mala Mikayîlê Heyderê Hesê Qirix, ew jî ji eslê xwe kurmanc in, nîv ecem tên hesibandin lê bi xwe, xwe ser ecema dibînin. Yê ku herî serî da ji gund derketine, mala deveci Ehmed, mala Nebî, mala Oric; ev her sê mal ji destê zorê ji gund derketine. Mala Elîxan û kurê wî; Albaba, Niyazî, Xanbaba, mala Selam, kurê wî Xudaverdî, Cemedîn, Îzedîn, Şeref, Eliyê birayê Selam, mala Îsmayîlê Meşedî, mala Têmirê Meşedî, mala Memedê Meşedî, mala Bala Huseyîn, mala Heyderê Ecem, Bayram û Celalê, birayê wî, mala Mûradê bavê Yûnis, Necmedîn, Silo û Nûredînê birayê wî, mala Qeremanê Lalê, mala Eledînê Fatmeyê, mala Dawudê Hecî Huseyn (Almebix), Cambaxiş û birayê wî Emir, mala Mansir kurê wî; Paşa, Alî, Oriç, mala Bineliyê Ûsivê Meşedî, Hikmetê birayê wî, mala Memûdê Emoş.

Gundê Qazî çawa bi koçê hatiye isa jî gelek koç daye derva. Cur bi cur sebeba qasî du gundê Qazî jî, ji Qazî çûne. Yanî yê ji gund çûne ne tenê Ecem in. Ji Ecema pir zêdetir kurmanca jî bar kiriye derva. Malê ji Qazî çûne ev in: Mala Emo û Sano, mala Îsayê Biro, mala Heso, Hisê, Temo û Dawoyê Kurikî, mala Bekirê Çûr (Sarî Bekîr), kurapê Fetê Hiso Qadê, mala Hamê kurapê Mihedê Nado, mala Silêmanê bavê Belqîzara jina Hecî Zêwit, mala Celîlê bire Seîdê Azîzî, mala xalê min; Osman, Tahir, Resûl, Ekrem, mala Mecîdê Hacê û birayê wî Mistoyê Hacê, mala Nadir, Bedir, Başoyê Heso, mala Hemîdê Koço, mala Eliyê Kor; kurê wî Dîlaver, Yaşar, Mistefa, mala Îsayê Hemîd, mala Siloyê Ûso (Kizîr) û Îsayê kekê wî, mala Mihê Hemîd, mala Heyderê Silo, mala Mistoyê Hesenê Celalî, mala Memê Edê, mala Ahmedê Edê, mala Seyad, Ahmed, Urên (Cemal), Kemalêyê Mihemedê Tirşik, mala Esoyê Tirşik; kurê wî Cesîm, Cefer, Hemze, Betal, Xellê, Remezan, mala Deşoyê keke Elmecîdê Tirşik, mala Tahirê Koço; kurê wî Xidê, Birhan, mala mela Ridvanê Hecî Ûsiv, Elî Rıza û Kuyoyê (Ahmed) birayê wî, mala mela Hesen û Hiseynê Zêwit, mala kurê Sebriyê Hemîd; Îkram û Hikmet, mala Zibêt, Şaîsmayîlê Ûsivê Edê, mala kurê Nûrî; Îbrahîm, Eyûb, Îsmayîl, Elî, Xello û kurê Nadoyê Nûrî, mala Hecî Bekir xêncî Atîlayê Hemê yekpare mala Memê Hecî, Îbrahîmê Hecî û kurê wan, kurê Hemê, mala Şewo û kurê wî Ezîz, Îsa, Mûsa, Miheme, mala Hemîdê birê Şewo û kurê wî Hado, Elbarî, mala Zeko, Bekê, Hesê, Hisêyê Evkerîm,Yaşarê Evle, mala Hecî Ûsiv, kurê wî Nisret, Xalit, Mistefa, mala Hemê, Ahmed, Mistefa, Kemal, Yaşarê kurê Mihedê Evdirehman, mala Seîdê Heso û kurê wî Elî, Welî, Isan, Nîmet, Nevzet, mala Ûsê birê Fetê Hiso, mala Şener û Şerefê Silhoyê Hesen, mala Memûdê Mihemedê Emer, mala Hesen û Îsmetê Hisê, mala Ûsiv û Nesîmê Elmecîd, mala Mecîdê Musayê Ûso (Kizîr) mala Memê Xoce û kurê wî Şabedîn, Xêredîn, Fexredîn û Wehyedîn, mala Memûdê Têhir û kurê wî Miheme, mala Nezo, Ayhan, Metîn, Cedoyê Xalisê Eliyê Hacî, mala Isan, Aydîn, Yawuz, Cengiz û Memoyê Ûsivê Hacî, mala Hecî Bedir; kurê wî Qeso, Ceso, Resîm, Nesîm, mala Miheme Zekiyê Hecî Îsmayîl, malê kurê Hecî Îbrahîm (Îbik) Xalit, Yaşar, Cevdet, Vedat, mala Silhêyê Îsayê Beyazê, mala kurê Îsayê Emer Hisê, malê kurê Xidirê Elo; Esed, Hakan, Mûrad, mala Eliyê Edo, mala kurê Qurbanî; Kemal, Bêmal û Cemal, malên kurên Xalis, Elîcan û Mixêyê Kejê, Mala Tekoyê hecî Şefê, malên kurên Tefê, mala Îbrahîmê kurê Xalisê Mihemed, mala Xaltoyê Taxilka û kurê wî Şeko, malên kurên Eloyê hecî Îsmaîl, mala Yaşoyê hecî Mistefa, mala kurên Xalisê Mihemedê Emer; Tallo û Saîm, mala kurên Resê; Xelef û Tûran, mala Xasêyê kurê Ûsivê Edê, mala kurên Melle Miheme; Cemal, Kemal, Saîm, Îsmaîl. Yê ku tên bîra min ev in. Gundê Qazî salê 1960 vir va 80 mal e, çiqas çûne dîsa derdora 80 mala ne. Serê merivê malê gund her sal zêde dibin.

Gundê Qazî da eşîrtî zehf xurt nîn e. Li gorî berê gelek sist bûye lê hê jî dewam dike. Pergala eşîtiyê nemaye. Qaîde û prensîbê eşîrtriyê xurt nîn in. Salê berê nêzikî axatiyê şert û şûrt hebûn lê niha bi koça derva û munasebetê şehir ra ew êdî rabû. Lê piştgirtin, hevgirtina merivê hev hê jî heye. Em dikarin bêjin ew jî hêdî hêdî diçilmise. Şer û pevçûna da pişta hev digirin lê mîna berê yekpare rabûn kêm e. Carina ji eynî malê li hember hev derdikevin, dengê xu derdixin. Carina kê bi kê ra şer kiriye, ew jî tesîrê lê dike. Eger yalîk xurt yalîk jî zeyîf be deng li gorî wê zêde yan kêm derdikevin.

Gelek gundiyê me ji berê va diçûne yalê şehirê mezin, mîna Îstenbol, Îzmirê. Yanî ji berê va şehirê mezin beled bûn. Li wir dixebitîn, wexta kar û emel dîsa dihatine gund. Vê yeke rê da gelek gundiyê me malê xu bar bikin, herin li wan şehira cî bibin. Çûn-hatina şehirê mezin bi xu ra tiştê pêkenî û ecêb jî dianin. Yê diçûne wan şehira, gava dihatin kinc mincê xuşik li xu dikirin, ji wan hineka îca quretî û pozbilindî dikir. Tirkiyeke eletewş xeber didan, xu rengekî din nişan didan. Êvara jî beçevkê reş didan ber çevê xu, qravêtk didan ser sîngê xu, cixareyê papîroz didan ser leva xu, qure qure li nav gund digeryan. Bi perdeyeke jor digotin, ‘ben Îstenbolde pankada çalişiyorlar.’ Meta Kerê digot, ‘hela vî binêre, heylê ser xu da riyî.’ Îca gundiyê miqelit rihet disekinin, pê ra laqirdî dikirin, bi zimanê wan henek dikirin. Ku çend roja forsa xu dikirin, paşê quretî û pozbilindî dimelisî, dihatine ser hewa xu ya berê. Sal derbas bûn, rewş gelek guherî, em hatine rojê îro, bi dehan zarê gund diçin dibistana (meytew), televizyon, radyo, înternet û yê din ketine heyata gundiya. Niha yek kurdî- kurmanciyeke rind xeberde îca henekê xu bi wan dikin, xerîb dibinin. Ji ku hate ku? Kurmancî çiqas fetisî ne wisa? Hey wax!!! Hey wax çi hey wax! Niha kurmanciya li gund tê xeber dan çawa ku berê ser guhê tirkî dixistin niha eynî isa hatiye serê kurdî-kurmancî. Aha dibêjin; ‘min anlamiş kir. televîzyonê da aslanek hewû, devê xu kire boxaza ceylanê, ceylan parçalamîş kir. Min çevê xu va gormîş kir.’

Sal ser sala da hatin, şert hatin li şertê din asê bûn, dem hat ji dema derbas bû gelek tiştê destê kal û bava jê nedibû, cewa xu da dikişya diçû, roj hat berekê va guhirîn. Berê dîrektor, makîna sawirme û patos derket. Barê erebeyê ga, cot, bêderê kamê, tîxê ber ba sivik bû. Pişt ra makîneyê rencberiyê modern bûn. Êdî pale û xebatkarê rencber ra zêde hewceyî nema. Salê berê deşt û tapê Qazî, erdê pêş Qezer tiji pale û xebatkar bûn. Pez, dewar, hodax li her derê gund li ber çeva bûn. Makîneyê modern û teknîka zîreetê ev gişt nava çend sala da birand. Dîrektor, patosê teknîk, dower biçer ketine ser erdê gund, karê nava meh û nîvekî da dihate kirin du hefta da diqedand û her tiş dida hev, ji nav derdiket. PÊ ra rast û deşta Qazî êdî xalî bû, ji dermana ra kesek wan dera xuya nabe. Gelek gundiya bar kirin çûn. Gundiya pez û dewarê xu firotin. Êdî nav gund jî zêde kes nayê dîtin, nava rojê li şehir in. Berê gund kanî li derve bûn, jinê gund gişt diçûn ser kaniya, av dianîn, sohbet dikirin. Yanî li deştê jî, li nav gund jî her der geş û xuş bû. Televîzyon, kanî, kincşo û yê din ketine hundirê mala jiyan (heyat) jî bi nav malan sînor bû. Kincşo, firaqşo, yanî şoyê ser kaniya, ser çemê Mûradê, ser ava Lîçê, genim şûştin, dan kutan, dan kelandin, savar gerandin, dinge, zıbareya xalîça, xesîla û … tevn, teşî gişt rabûn. Şevbihêrk, rûniştina li malê hev, sohbete ber qelaxa, ser û ber xaniya nemaye. Ev çandeke (kultur) xuş bû lê êdî nemaye. Çîrokê şevbihêrkê yê Apê Eso, Mihemedê Teperizê, meta Têlî, Cihara diya min; dewatê bi deng yê dorveger, bi kilamê apê Mihê, Memûdê Têhir, Eledînê Îsmayîl li ber bayê salê heştê, nod û du hezara direqisin, fire fira wan li ser merzelê Qazî bêdeng datînin.

Şehir jî li ser gund zehf tesir kiriye. Gund nêzî bajarê Qerekoseyê (Agirî) ye. Çûn-hatina bajêr (şehir) pir rihet e. Ji berê va isa ne lê salê dawiyê pir rihetir bûye. Wexta wesayît tune bûn gundî peyatî, bi erebeyê ga yan jî ser pişta hespa diçûne bajêr. Haja meriva ji bajêr hebe gelek tiştê li bajêr diqewimin xebera meriva dibe, fikir û dîtinê meriva diguhirin. Nêzikaya bajêr timî avantajeke mezin e. Mîna gundê çiya zehmetî nayên kişandin. Ji ber vê bajar li ser gund tesîreke mezin dike. Ji yalê aborî (ekonomik), civakî (sosyal), perwerde (eğitim), çandî (kultur), ziman gelek tesir lê dibin. Ji sala 1947a vir va dibistan (meytew) li Qazî heye. Sala 1952a da avahiya meytewê çêbûye. Wî çaxî çend gundê Qerekoseyê tenê meytew hebûn, ew jî yê nêzî bajêr. Ji xeynî roja yekşemê (bazar) gundî her roj li bajêr in. Ji berê va xundiyê gund pir in. Hişyarbûn, zanebûn, rêzanî û gelek tiştê mîna wê bi gundiyê me ra heye.

Tesîra bajêr gelek tiştê xuş bi xura anîne lê her tiştê anîne jî ne xuş in. Zimanzanê mezin gotine, Sînorê zimanê min sînorê dınya min e. Eger zimanê me xera bibe, sînorê dinya me jî xera dibe. Tesîra bajar zimanê me xera kir lê ka ji me ra çi ma? Pêşiyê me aha gotine, ‘seyê berderê xelkê biewte, ne seyê min e.’ Yanî zimanê xelkê ne zimanê me ye. Bilbil çiqas mîna qijikê wîtînî bike jî nikare bibe qijik. Bilbil bilbil e, qijik jî qijik. Bilbil bêje ez qijik im ancax dikare bibe bazê teqlîd e, yanî papaxan. Papaxan denge xu na, denge xuyî hîn dike dubare (tekrar) dike. Yanî papaxan denge xuyê xu ye. Gundiyo! Nebe papaxan, bibe bilbil. Em zanin pirî cara li te ferz e ku zimanê qijikê yanî yê papaxanê bizanî yan jî xeberdî. Temam zimanekî din tu car ne zirar e. Dikarî pê xeberdî, karê xwe pê bikî. Lê zimanê xu ji bîr neke. Bixewitîne, hînî zarê xu bike. Jê nereve. Çimkî tu isa hatî xuliqandin. Ne eyb e, meriv zimanê xu her derê xeberde. Gelek kes hene tu pê ra kurmancî xeber didî, ew jê direve, tirkî cewaba dude, ji xu, zimanê xu direve. Eger tu axiretê bawer dikî, bira cewabeke te hebe ku te pirsîn, meleka got, ‘xudê ev ziman da te, te çima ew avête pişt guhê xu.’ Eger ji xudê bawer nakî wî çaxî, destê xu bide ser wijdana xu. Zimanê me xuş e lê em lê xuyî dernakevin ew jî diçe. Çanda (kultur) me, çîrokê me, dengbêjiya me, qewlikê me, ininê me û gelek tişt diçin. Gundiyo mîna hebûna xu vê jî bîr neke. Gundiyo were rehmê, zimanê xu mîna hebûna xu bibine.

Gundî bi hev ra çawa xîtap dikin?

Sî-çil sal berê gundiya bi qaydê kurmanciya otantîk xîtabî hev dikir. Ji xeynî hinek navê deva da rûniştî ‘o’ dianîne pişta navê mera, ‘ê’ jî dianîne pişta navê jina, isa deng didan. Yanî Silo, Memo, Reşo, Xalto û mîna wan mêra ra xîtap dikirin. Ya jina jî aha bû; Fatê, Eyşê, Siltê, Zînê, Xanê, Kejê û mîna wan. Hezkirin yan jî rengekî mîna wê hebûya ji mêra ra aha jî digotin; Silhê, Miçê, Mixê, Hisê û mîna wan. Ya jina jî gava heznekirin, çevnebarî û tiştê mîna wê diketine dewrê, digotin; Fato, Eyşo, Dilşo, Berfo, Sûso, Xezo û mîna wan. Berê sala meha carekê karê meriva resmiyete ra dibû. Kesî navê kesî bi şeklê kutûka tirkî nizanibû. Qaydê kurmancî dihate gotin; Siloyê Hacê, Bedirê Ûso, Şekoyê Edê…Bîst –sî salê dawiyê munasebetê resmî her roj zêde bûne. Navê kutuka tirkî zêde hatiye xebitandin. Guhê meriva hînî vî şeklî bûye. Ji ber wê êdî dewsa Silo, Memo, Reşo, Xalto; Silêman, Memed, Reşat, Xalit bûye xîtaba piranî. Yanî ku xeberdana kurmancî diqulibe ser tirkî isa navê otantik yê kurdî-kurmancî jî diqulibine ser navê kutûka tirkî ya resmî.

Yalê civakî da gelek tişt hene dikare bê nivîsandin lê nivîs gelek dirêj bû, bibaxşînin. Ev qas jî têrê dike ku sosyalîteya Qazî bide naskirin.

Dawiyê da vê bejim, zimano, çandê tu ji nava bi hezara sala ra nisilî, hatî derketî roja îro. Te li ber xu da, êş û xema te ji nalîna te ra, sitiran û zêmarê (axit) te ra kifş e. Lê îro, tu fetisandinê ra rû bi rûyî. Yê şîrê te mêtibin, eger şîrê kerê tevî şîrê wan nebûbe gerek vê nalîn, ax û hawara te bibihîsin. Zimano tu şîrîn î, çandê tu bitem û kûr î. Kê ku şîrînî û tema te ji bîr bike, bira ji kaniya kêmê ava heram para wî be. Bira lorikê hêlekana da diya wî jê ra digot xenîmî wî bin, bira sitiranê eşqê ji xewê şeva wî derkevin, bira xewnê bi zimanê kurdî xewa wî nexemilînin.

Dîsa yê wijdana wan dişewite bira ji çand û zimanê kurdî bêpar nemînin. Bêparbûn kesereke bê dawî ye. Hûn hebin xeyalê xu bi kurmancî, xewnê xu bi xemla xêliya zozanê xu, çem û çiyayê xu bibînin.

Yaşar Eroğlu

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder