25 Ocak 2020 Cumartesi

DIRÛNGE

                                                                   
Bîst-bîstpênc sal berê li gundê Qazî weke her gunda pir pez xweyî dikirin. Malê xweyî pez gelek bûn. Malê ku pez xweyî dikirin ji deh-panzdeh zêdetir pezê wan hebû. Sê demsalê salê; bihar, havîn, payîzê gundî şivan digirt qasî şesed-heftsed pezî ji gund derdiket. Li der û dora gund, li erdê gund diçêrandin. Şevê havînê pez li guherê dima. Çimkî gomê pêz germ dibûn, ji ber germê pez sitar nedibû. Yanî sê demsal ji bo xweyîkirina pêz qe nedibû tengasî.


Lê zivistan… zivistanê welatê me gelek dirêj in, berf dibare, sermake gelek xedar çêdibe. Gom teng bûn. Malê ku pezê wan ji deh-panzdeh serî zêdetir bûn eger ber derê wan fireh nebûya nikaribûn pezê xwe derxin dana. Ji bo du dana pezê xwe xweyî bikin, ji malê dûrtir alif dikirin. Li ser erdê berfeke qalin hebû, pez di nav berfê da nikaribû rihet alifê xwe buxe. Gerekî ew mesele bihata çareserkirin. Ji bo ku pez li ser berfê rihet alif buxe qasî ku têra pez bike berf dihate pêpeskirin. Êdî kifş dibû ku pez wê berfê da neçe xarê giha datînin ser. Ji bo kayê jî kurn dianîn li wir datanîn. Ka vala dikirin nav kurn, ceh direşandin ser kayê.

Ew ciyê pêpeskirî, giha û ka lê datanîn, jê ra digotin dirûnge. Ev nav ji berê va maye. Berê pêpeskirina berfê ra jî digotin dirûtin. Çawa ku ji çinîna genim-ceh ra dibêjin dirûtin jî, ji pêpeskirina berfê ra jî digotin dirûtin. Dirûnge yanî ciyê ku ji bo pêz hatiye dirûtin.

Giha û ka bi sakara va, bi pişte va dianîn dirûngê. Dirûnge dûr bûn, kî ku ew bar dikişand gelek zehmetî dikişand. Pez du dana berdidane dirûngê. Nîvro û êvarê pez dibirine gomê. Gerekî yek her gav mûqatî pêz bûya, çavê wî li ser pêz bûna. Hem alifê pêz kêm dibû, zêde dikirin hem seya pez diteriband, tirsa guran hebû. Yê bê siûd zarê malê yê herî piçûk bû. Bê îtiraz mecbur bû qebûl bike. Wekê serma bikira direvî malê xwe ji bavê xwe vedişart xwe germ dikir. Carina xwe bîr dikir, diçû nav lîstikê nav gund yê zara, pez bê xweyî dima. Bav yan birayê mezin diketine heyse beysa wî ku li ku cehenemeyê da maye, pez bê xweyî hîştiye.

Êdî ev çand nemaye. Berf heye, ka, giha heye. Lê ne pez maye, ne jî dirûnge.


Yaşar Eroğlu / 25.01.2020

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder