18 Şubat 2020 Salı

Axçîka ku Melle Evrehman xwest ku xelas bike

Dema ku min xwe nas kir, ango wexta ku ji zaroktîyê ber bi xortanîyê diçûm, meraqa min gelekî li ser dîrokê hebû; dîroka însana, ya kurdan, ya Redkan, ya gundê me û ya malbata me. Di derbarê eşîr, gund û malbatê da tu tiştê nivîskî yê ku ez dest bavêjimê tunebû. Ez naxwazim nifşên piştî me jî li rastî heman tiştan bên. Ji ber wê dixwazim hin tiştên nivîskî bihêlim.


Gundîyên me tev xizmên hev in. Xizmên gundê me jî gundên devdorê; Zîro, Qelender, Kopqiran, Poxana, Yekmal û Xidir in. Ev hemû ji Îdir û Rewanê hatine. Berîya ku gundîyên me yên din bên, Mala Melle Evrehmen (Mala Kurika) û Mala Feqî Hesen ji Îdirê ji gundên Hesexan û Xidirlîyê tên, li Zîro û Xidir bi cîh dibin. Sedema hatina wan; erîş û serdegirtinên ermenan in.

Piştî ku li Zîro û Xidir bi cîh dibin, xeber tê dibêjin "dewleta Ûris hat, ermenan jî bi xwe ra tînin, dê qira kurdan bînin." Zîro û Xidir, direvine alîyê Amedê. Zarokan dixine xurcê ga, mezin bi peyatî Ji gundê Axadeve ra lêdixin, bi çîyayan ra bi gundekî bi navê Şêvo ra, ji hêla Mûşê ra diçin. Diçin di navbera Êlih û Amedê da rastî kalekî rûdan spî tên. Kalê dibêje:
"Gelî mihaciran hûn kî ne, bi ku da diçin?"
Dibêjin"
"Em xelqê Serhedê ne, mihacirên eşîra Redkan in, em ji ûris direvin."
Dibêje:
"Mala we xerab nebe, ûrisê mezin li pêşîya we ye. Nexwaşîya xilorê dest pê kirîye."
Evana dibêjin:
"Emê mecbûr herin."

Şeş salan li Hezroya Amedê gundê Hondof (Koçbaba) û devdora Semsûrê dimînin. Nêzîkî bîst merivan ji ber xilorê dimirin. Dema ku li gundê Hondofê ne, keçikeke ermenîya bi tevî dilketîyê xwe yê kurd yê bi navê Dewrêş, xwe davêjine ber bextê Melle Evrehman. Melle Evrehman li wan xwedî derdikeve, navê keçikê jî datîne Esmer.

Esmer dibe berdestîya wan, Dewrêş jî dibe navmalî. Wek qîz û kurên wan, li cem wan dimînin. Axçîk wexta ku feraqan dişo, carî nake. Hefsê dibêje "qîza min wexta tu feraqab dişoyî, carî bike." Tu carî gotin nedaye dubare kirin, carekê çi bigotanayê, kirîye.

Wextekî dirêj wusa derbas dibe, kambaxî dikeve nav, eskerê romê gund gund li ermenan digere. Wexta Melle Evrehman jina xwe Hefsê ve dibîhizin ku rom tê, Esmerê di pişt baran da vedişêrin. Esker tê dibêje "me bîhîstîye ku hûn axçîkekê di mala xwe da vedişêrin." Herdu jî dibêjin "na, li mala me kes tune." Esker zenda Hefsê ya jina Melle Evrehmen da digirin, dibêjin "ku tu axçîkê nedî, emê jina te bibin."
Ew ku wusa dibêjin, Esmer xwe derdikeve, wê dibin li bintara gund gulekê berdidinê, dikujin.

Wexta ku mal derdixin dibin, pişt xwe dizivire dibêje:
"Dewrêş, te ez birim, lê te ez xelas nekirim."

Go wexta ku rehmetîyê Melle Evrehman û rehmetîya jina wî behsa vê serpêhatîya dil şewat dikirin, ax dikişand, çavên wan tije hêsir dibû.

Nîşe: Dema ku ji Îdirê koç dikin, beşeke xizmên me jî ji Rewan û Îdirê diçe Qersê. Dema ku Melle Evrehman û Mala Feqî Hesen direvine Hondofê, yên li Qersê jî direvine Baybûrtê gundê Ergî yê. Yên ku çûne Ergîyê jî mijara nivîseke din e. Di nava bîst salan da hemû tên li Qazî bi cîh dibin.

Nîhat Öner

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder