27 Şubat 2020 Perşembe

Zarê xelqê şev mezin dibin

Li gundê me biwêjek heye, dibêjin "zarên xelqê şev mezin dibin', ji bona zarokên ku bi zû mezin dibin tê gotinê. Carekê em biçûk bûne, bavê min destê me hersêk birayan digire û dibe çayîra Çelê.
Li wê derê rastî rehmetîya meta Sûsan tê. Meta Sûsan, qîza kalikê me yê Hemîd e. Ango qîzapa Hecî Ûsivê kalikê min e. Meta Sûsan me hersê bira nasnake, dibêje bavê min:
"Xalit ev zarên kî ne?"
Bavê min, apanên min meta Sûsan ra digotin kîkê, bavê min dibêje:
"Kîkê evana zarên Xalto ne."
Sewa apê Xalitê Meşê. Meta Sûsan jî dibêje:
"Kul gewrîyê zarên xelqê, tê bêjî şev mezin dibin."
Bavê min dikene dibêje:
"Kîkê ev zarên min in."
Meta Sûsan li sîngê xwe dixe, dibêje:
"Porê min kur be, min çi got sewa zarên te."

Nîhat

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder