2 Eylül 2020 Çarşamba

Siwarê Hespê Çawa Zanibûye Zikê Çarê Cêwî Ye?

Almêya Koçço*, Hemîdê Koçço û Tahirê Koçço ve ji eşîra Azîzî ne. Jina Koçço, Gulê qîza Ewzîya bûye. Ango qîza Redkîyan bûye. Gulê, xwîşka Sofî Silo, Evdo, Evle û Hacî ve bûye.
Wexta ji Îdirê tên Qazî ji nû ve ava dikin, xwîşka wan ya gundê Qerehacilîya Îdirê jî tînine Qazî. Çarê jina Hemîdê Koçço ye, Têlî jî jina Tahirê Koçço bûye. Herdu bira, jinên xwe ve zevîya wan ya hindera Pira Emer bûne, zevîya da xebitîne. Wî çaxî jî Çarê bi heml bûye. Siwarê hespekî li ber zevîya ra derbas dibe, dibêje:
"Kullê tu mala bavê bûkê kevî, zikê wê da du zar hene, çawa dixebite."
Çarê dibêje:
"Têlî merûmê dibe ez cêwî bînim?"
Têlî dibêje:
"Tu bînî jî tê bînî, çima çi bûye?"

Emla Xwedê bi rastî jî jê ra cêwî dibin.

*Almê ya xwîşka Tahir û Hemîd, dîya Seîdê Hesoyê Azîzî ye. Mala Hesoyê Azîzî jî bi saya Almê tê Qazî. Seîdê Heso jî ji mala Tirşika dizewice. Fatêya qîza Ûsoyê Tirşik dixwaze.

Mala Hemîdê Koççp paşê ji gundê me bar dike, diçe gundê Erziromê yê bi navê Midirge. Her wusa mala Ûsivê kurapê Mala Emerê Nado jî ji Qazî diçe wî gundî. Bavê Gulêya jina Koçço, Heso birayê kalikê Mala Emerê Nado, Memûd e.

Ev agahîyan ji Helîma jina Xalitê Hecî Ûsiv hatine hildanê.

25.05.2020

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder