Salên berê, berf zef dibarîya. Gelek caran rê wunda dibûn, merivan rîya xwe şaş dikirin. Carekê Ûsivê Hecî Emer ji bajêr diçe gund, rê şaş dike diçe gund derbas dibe, hindera Zevîya Emir peya dibe. Berjerî newalê dibe, gur dora wî dipêçin. Hewa jî hinekî tarî bûye, Ûsivê Hecî Emer gur berva wî tên, cem wî jî topek nift (pîçke) hebûye. Hemasa yek heb, du heb nift vêdixe, berva guran davêje. Wusa niftan vêdixe davêje, pêşva diçe. Gur jî ji agir, ji renkayê ditirsin.
Wusa diçe diçe, derdikeve rîya tap, wesayîtan ra destê xwe quloz dike, çawa ku wesayîtek disekine, direve xwe davêjê. Wexta ew xwe davêje wesayîtê, koma guran êrîşî wesayîtê dikin, lê nikarin tiştekî bikin.Ji devê Mîrzê apê Elo hatîye nivîsandin.
Piştî ku min ev serpêhatîya li jorê nivîsî, di sala 2026 an da min di arşîva Rojnameya Karaköse da lêkolîn dikir, ez rastî vê nûçeya li jêrê hatim (05.02.1954, Rojnameya Karaköse). Min wergera wê ya bi Kurdî kir:
"Mêrikê ku bi qutîyeke kibrîtan ve xilas bû
Mehmet Alî, ku yek ji tahsîldarên bajêr e, dema ku ber bi gundê Îranosê ve diçû, li ser rê rastî êrîşa guran hat. Ji ber ku bi wî ra tu çek tune bûn, wî guman kir ku bi bezandina hespê xwe wê xilas bibe; lê ji ber bagera ku koma guran bi xwe ra çêkir, wî rêya xwe winda kir.
Ji ber ku hewa êdî tarî bûbû, rêwîyê ku fêhm kir têkoşîna li dijî guran di wê rewşê da dijwar e, tavilê dest bi vêxistina kibrîtên di bêrîka xwe da kir. Guran ku agir dîtin belav bûn; di wê navberê da tahsîldar xwe gihand gund û ji metirsîyeke teqez filitî."
Tahsîldar: Kesê ku bacê berhev dike.
Bavê Avşîn.

Hiç yorum yok:
Yorum Gönder