Niha li gund ev kevneşopî heye tine ye nizanim, lê wexta em zarokbûn wexta diranê zarokekê teze derketa, danî çêdikirin û li xizm, hizkirî û cînaran belav dikirin.
Ji wî daniyê ku sewa diranê zarokan dihate çêkirin re 'Daniyê dirana' dihate gotin. Çêkirin û belavkirina daniyê diranan, ji boy jinên ew mala ku di wê malê de diranê zarokekê derketiye erkek bû. Wexta daniyê diranê wê zarokê nehata dayîn, hew dizanibûm tiştekî wê zarokê kêm e.
Piştî ku daniyê diranan dihate çêkirin, hebûna xwîşkên zarokê, tinebûna diya wê/î danî dibir li malan belav dikir û digot: "diranê gedê me (yan keçika me) derketine, ev daniyê diranê wê/î ne" kesên ku danî hildana jî digotin " diranên wî/ê xêr bin"
Piştî ku danî dihate belav kirin, kesekî tasa ku tê de danî hatine şandin vala nedişand: Hinekan pere dixiste tasê, hinekan hêk, şekleme, şekir, hinekan kinc an gore. Êdî kê çi qedand, weke diyarî ji wê zarokê re dişand. Vala şandina tasê him eyb bû û him jî bê hirmetî bû û weke çavnebarî dihate şîrovekirin. Çimkî mirovan, danî didane ew kesên ku ji wan hezdikin.
29.10.2015
Nihat Öner
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder