Beriya ku ez behsa malperê bikim, dixwazim qala tiştekî din bikim: Wekî hûn jî dibînin, di wêneyê li jorê de Keskesor heye. Berê wexta em zarokbûn, wexta keskesor derketa, me digot ew cihên keskesor jê daynine erdê, li her du seriyan jî yek kûp zêr hene, tav dide wan zêran û keskesor derdikeve holê.
Îja sewa ku em wan zêran bibînin, em ber bi keskesorê direviyan, lê me tu carî cihê ku keskesorê lê daniye nedidît. Ya duduyan jî me digot kî/ê ku here di binê keskesorê re derbas bibe, heger mêr be dê bibe jin, jin be dê bibe mêr. Weke mînaka zêran, hinek jî sewa zayenda xwe biguherînin li keskesorê digeriyan, lê dawî mîna dawiya lêgerîna zêran bû. Ev herdu bawerî, ne tenê yê zarokan, yê mezinan jî bûn. Mezinan ev tişt hînî zarokan kiribûn, ev baweriya hin jî di nava me Kurdan de hene.
Belê em werin mijara xwe. Min ev malpera çima vekir?
Ez pir ji nivîsê, çavkaniyên nivîskî û dîrokê hez dikim. Wexta min çavkaniyên herêma Serhedê bi taybetî herêma Agiriyê dikola, min bala xwe didayê ku di derheqê gundê me de tu tiştekî nivîskî tunebû. Min bi şev û rojan, hezaran rojname, malper û pirtûkan dinêhêrî, lê mixabim ku di derheqê gundê me de tu tiştek tunebû.
Min xwe bi xwe re digot "Qey ji vî gundî, tu merivekî aqil li sêrî, xwendinê, nivîsandinê hezdike derneketiye? Hema wusa hatine dinê û wusa jî çûne." Paşê min xwe bi xwe re got: "Ne min jî gelek tişt dîtin, ez jî li ser erdê vî gundî hatime dinê û ez jî bûme şahidê gelek tiştan. Hemin dîroka vî gundî di ava çemê Mûradê de roda çûye, qe nebe ez ya di hişê xwe de birêjime nivîsê ku bila nifşên dû me jî mîna min nebêjin 'pêşiyên me wusa hatine û wusa jî çûne'
Erê min malper vekir, lê min hin nû vekiribû ku, min lê nihêrî ku hin merivên xwe nezan, dijminê pêşverûtiyê pirsa min ji hinek hevalên min kirine, gotine "Ew kî ye, ew î malbata me reş kiriye?" Min ne malbata kesî reş kiriye (malper di binê destê we de ye) û ne jî ez dijminê tu kesî û malbatê me. Tenê armanceke min heye ku, ez hin tiştan binivîsînim û bila nifşên nû bizanibin ku ev tiştan di nava me de hebûn. Heger mirov mînakekê bide; berê li gundê me çanda Kurdî gelekî dewlemend bû, zêde peyvên bi tirkî neketibûne nava zimanê me. Berê li gundê me lîstika Kap hebû, Serêsalê hebû, Beranberdan hebû, di dewatan de Rovî hebû, sêv avîtina serê bûkê hebû, tewax keştandina bûkê hebû, û h.w.d. Gelek tişt wunda bûn, em ji koka xwe diqetin.
Min wexta ev malpera vekir, min bi vê fikrê ve vekir. Min got him ezê wêne, vîdeo, nûçeyên ji gund di vir de berhev bikim, û him jî kevneşopiyên ku wekî min li jorê qala wan kir binivîsînim ku bila wunda nebin. Wunda bin jî, bila di bîrê de bimînin.
Vê gavê ez zêde tiştekî nabînim ku di malperê de parve bikim, hêdî hedî çi bê bîra min, ez dinivîsinim. Lê ez bi taybetî tiştên girîng, bi zimanê me yê şirîn, Kurdî ve dinivîsînim. Du sedemên wê hene; Ya yekemîn û herî girîng, zimanê me ye, şan û şerefa me ye. Ya duyemîn jî; ez naxwazim merivên beredayî, xwe nezan û paşverû nivîsên min fêhm bikin, ji ber wê ez bi Kurdî dinivîsînim. Ez dizanim ku merivên ku xwendin û nivîsandina bi Kurdî dizanin, merivên hêja, pêşverû û baş in, ew gilî û gotinên meriva, çewt fêhm nakin.
Bimînin di xêr û xweşiyê de.
N.Ö
26.10.2015
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder