Bi hatina televîzyon û teknolojiyê ve gelek kevneşopiyên me însanan wunda bûn û her wunda dibin jî. Yek ji wan kevneşopiyan jî, kevneşopiya taştêya eydê ye.
Berê li gundê me Qazî, her roja eydê (cejn) taştê ji boy hemû mêrên gund dihate dayîn. Ev kevnoşopî nayê bîra nifşa me û yên 5-6 salan ji me mezintir. Min ev kevneşopiya wundabûyî, ji diya xwe û mezinên xwe bihîst. Diya min wuha qala kevneşopiya taştêya eydê dikir:
"Berê her roja yekê eydê, me taştê dida hemû mêrên gund. Eyd dibû, bi serê sibê re mêr û zarokên ku aqilê wan dibirre, giş diçûne mizgeftê nimêjê. Piştî ku nimêj belav dibû, zarok giş li ber derê mizgeftê diciviyan û mêrên ku ji mizgeftê derdiketin, loqimên ku bi xwe re anîbûn li zarokan belav dikirin. Paşê herkes diçû ser merzelê nas û merivên xwe, li ser merzel dua û quran dixwendin. Paşê li ser merzelan şekleme, loqim, piskêvêt belav dikirin, ji boy xêra miriyên xwe û wusa ji ser merzelan ber bi gund vedikişiyan. Piştî ku merzel jî ziyaret dikirin, vê carê mêr bi komî digeriyan, diçûne hemû malên gund. Wî çaxî gund pir qelebalix bû, heta mêr malên gund giştan digeriyan, êvar ser me de dihat. Nêzîkî êvarê, vê carê dor dihate taştêya eydê. Gundê mala bavê min (Gundê Berbere, Bazîd) taştêya eydê, sibe zû didan. Lê gundê mala xezûrê min (Gundê Qazî, Agirî) ber bi êvarê didan.
Hingî ku ez weke bûk hatibûme Qazî, taştêya eydê mala xezûrê min (Mala Hecî Ûsiv Öner) û Mala Memê Hecî (Mehmet Akbulut) dida. Her sal û her sal, ev edeta (kevneşopî) eynî bû, tim û tim van herdu malan taştêya eydê didan. Nîvê mêran dihate mala me, nîvê din jî diçûne mala Memê Hecî. Min û Senema jintiyê xwe ve, me ji sibê de destpê dikir, heta êvarê taştê hazir dikir. Me bi serbilindî taştêya xwe dida mêvanan, me ew bi serfirazî oxir dikirin. Heciyê xezûrê min, zef bi me re kêfxweş dibû, digot "bûkê min jihatî ne, her yek kotaneke"
Paşê ev edeta taştêya eydê ji ortê rabû, li cem me jî li gundê mala bavê min jî."
26.10.2015
N.Ö
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder