Beriya ku ez qala çûyîna Mala Hisoyê Emo ya Erdêxanê bikim, ez dê pêşiyê wan bidim nasîn.
Hiso, Mîrzo, Elî, Heydo û birayekî wan ê bê ziryet ve (navê wî nayê bîra min) kurên Emo (Eme Kelaxê) ne. Emo kurê Miho, Miho jî kurê Silo ye. Miho bavê Mala Tirşik giştî ye, Siloyê bavê wî jî bavê piraniya gundê Qazî, kêmaniya gundê Keşîş ê bi ser Agiriyê, beşek ji Hopwêrana Qersê û Sarzêp a (Sulakyurt) Erdêxan ê ye.
Hiso, Heydo, Elî, Mîrzo û birayê din ve, kurên Emo û Melekê ne. Ji mala Eme Kelaxê re, "mala kuran" an jî "mala mêran" hatiye gotine. Çimkî pênc kurên wî hebûne.
Hiso paşnava Baş hildaye, birayên wî Mîrzo û Elî ve paşnava Öner hildane, birayê wî Heydo zarokên wî çênebûne û wekî min li jorê jî got birayê pêncemîn jî, beriya zewaca xwe miriye û navê wî nayê bîra min.
Belê pênc bira bûne lê, çawa ku Hecî Ûsivê Mihemedê Mîrzoyê Eme Kelaxê digot "piyê wan dar bûye" zêde nebûne.
Çima zarokên Hiso jî mîna birayên xwe paşnava Öner hilnedane?
Wexta ku kurê Hiso, Sedo li Îdirê gundê Hesexanê ji Tirşikan diqete û diçe Erdêxanê gundê Sarzêpê, wî çaxî hê paşnav nedabûne kesî. Wexta paşnav hatine belavkirinê jî, haya wan ji hevudu tunebûye. Wexta ew koçî Erdêxanê dikin, wî çaxî Hisoyê Emo ne li dinyayê bûye, bi gotineke din beriya wê koçê mirîbûye.
Îja çima ji bira û pismaman diqetin?
Wê demê Mihemed û Hemîdê kurên Sedo nehatibûne dinyayê. Qîzeke Sedo ya bi navê Gozê (Gozel) bi Misto yê Celalî re direve, Sedo jî li ser wê revê re, pismam, xizm û nasên xwe li xwe diherimîne û diçe Erdêxan, gundê Sarzêpê.
[Gundê Sarzêp bi Tirkî Sulakyurt / Erdêxan]
Piştî çûyîna Sedo ya Erdêxanê, cara yekem Tirşik ji hev diqetin. Beriya wê, ji koça ji Rewanê û heta hatina Hesexanê tu carî ji hev naqetin.
Wexta Mistoyê bavê Îbo (Yildirim) Gozê direvîne, Hecî Ûsiv (Öner) xortekî sivik bûye. Digere û nagere ne Misto û ne jî kesekî wî nabîne, bi wê hêrsê ve dewar, golik, çêlek çi hebe bi tewl û kapan ve hildide û tîne. Piştî wê milet dibêje "Misto xwe merivekî feqîr û belengaz e, tarişê wî bidê bila pê debara xwe bike" Hecî Ûsiv jî gotina milet dike û dewaran şûn ve dişîne.
[Îboyê Misto yê kurê Gozêya Sedoyê Hisoyê Emo]
Misto bi tevî Gozê ya jina xwe mala xwe ji Îdirê tîne Qazî. 30-40 sal beriya vê, li Qazî li herêma bi navê Çayîra Çelê erebeyek lêdixe û jiyana xwe ji dest dide.
Piştî çûyîna Sedo ya Erdêxanê, ji wî re du kur dibin. Navê yekî datîne Mihemed, navê yê din jî Hemîd. Mihemed bavê Hecî Ûsiv bûye, Hemîd jî bavê Sebrî (Öner) bûye. Ango Sedo navê kurapên xwe li kurên xwe dike.
[Di şexsê Mihemed de danasîna malbatê]
Divê meriv vê jî bîne ziman; berê heta li gundekî xizmekî kesî tunebûye, kesekî koçî wî gundî nekiriye. Êdî li Sarzêpê kesekî Sedoyê Hisoyê Emo hebûye tunebûye? hebin kî ne? vê gavê ez jî nizanim.
Min li jorê jî got; heta li gundekî kesekî meriva tunebûye, koçî wî gundî nedikirin. Wê mijarê de ez dixwazim mînakekê bidim; Wexta zarokên Siloyê Mezin (ji xêncî Tirşikan) ji Qersê koçî Agiriyê dikin, pêşiyê têne gundê Extiyarê yê bi ser Avekevira Agiriyê. Çimkî li Extiyarê kesên ji eşîra me ango ji eşîra Redkan hebûne û hê jî hene. Salekê li Extiyarê dimînin, li wir re jî koçî gundê Zîro yê bi ser Agiriyê dikin. Li Zîro jî Mala Feqî Hesen hebûye, ew jî mala kurapên wan yê heq e.
Em dîsa werin mijara Mala Sedoyê Hisoyê Emo.
Piştî ku Sedo koç dike, çi dibe?
Kurên Siloyê Mezin giş ji xêncî mala Hemîd Çawîş ê diçe Hopwêran a Qersê, giş pêşiyê têne Extiyarê paşê Zîro û herî dawiyê li Qazî bi cih dibin. Piştî malên çar kurên Siloyê Mezin têne Qazî û Qazî hildidine bin destê xwe, tenê dimîne du bira; Tirşikan û Mala Hemîd Çawîş. Ez nizanim diçine peyê Mala Hemîd Çawîş yan naçin? lê deh-panzdeh sal şûn de, Sofî Siloyê Hesoyê Silo û kurê xwe Ûso ve diçine Îdirê gundê Hesenê û Tirşikan jî tînin Qazî.
Têkiliya di navbera wan de çawa dibe?
Piştî têne Qazî, êdî çend sal derbas dibe nizanim Sedoyê Hisoyê Emo dimire, Hecî Ûsiv (Öner) û Hemîdê Eliyê Emo (Öner) ve diçine Sarzêpê û wan re dibêjin:
"Em bira, pismam, xizm û nas giş di Qazî de ne, hûn jî werin."
Dikin û nakin, Mihemed û Hemîd ve nayên. Hecî Ûsiv û Hemîd ve tim diçin seriyan didan wan û dixwazin wan bînin Qazî, lê nayên. Di dawiyê de dîsa herdik diçin û Hemîdê Eliyê Emo ji Mihemed û Hemîd re dibêje:
"Hûn ji werine Qazî, ezê qîza xwe Cemê bidime yekî we, Sûsanê jî bidime yekî we. Wekî din jî malê min û Ûsiv ve çi hebe, hûn şirîk û hevparê me ne."
Mihemed û Hemîd ve dibêjin:
"De hûn herin, em ê jî haziriyên xwe bibînin û dû we bên."
Hecî Ûsiv û Hemîdê kurapê bavê xwe ve dizivirine Qazî, mehek, du meh, sê meh derbas dibin ew dîsa nayên. Dîsa herdu berê xwe didine Erdêxanê gundê Sarzêpê. Hemîd û Hecî Ûsiv ve dibêjin:
"Heyran de we got hûn herin em ê jî li dû we bên, hûn çima nehatin?"
Mihemed û Hemîdê birê wî ve dibêjin:
"Wele Erdêxan xweş e, gundê me jî xweş e. Em xwe re kartolan direşînin, dixwin."
Li ser wan gotinan Hemîd û Hecî Ûsiv ve hêrs dibin, dibêjin "Heyran em dibêjin werin em ê malê xwe bi we re parve bikin, em ê qîzên xwe bidin we, ew ketine derdê kartolan."
Herdu pişta xwe didide Mihemed û Hemîd ve, têne Qazî.
[Hecî Ûsivê Mihemedê Mîrzoyê Emo]
Piştî ku tên, çend salan ser hevudu de naçin û nayên. Piştî ku sal derbas dibin, dîsa diçin û tên. Mihemed û Hemîd ve çend caran tên û dibin mêvanê Hecî Ûsiv û Hemîd ve.
Paşê çavên Hemîdê Sedoyê Hisoyê Emo kor dibin, dê emelet bibe lê pereyê wî tunebûye. Bi tevî xwîşka xwe Asya, têne Qazî recûyê*.
Hecî Ûsiv, Hemîd, Tirşikên din û hin Qaziyî ve pereyan didinê, bi wî perî ve diçe çavê xwe emelet dike.
Divê ez vê jî bêjim; Sarzêp gundekî Terekemeyan û Qarapapaxan bûye. Kurd an di wî gundî de pir kêm bûne yan jî qe tunebûne (ji xêncî mala Hisoyê Emo). Ji ber wê, zarokên Mihemed û Hemîd ve, hêdî hêdî ber bi Tirkbûnê çûne.
Zarokên Sedoyê Hisoyê Emo çawa wunda dibin?
Dîsa gelekî wext derbas dibe, bûyerek tê serê Mihemed û Hemîd ve, bi lez û bez koçî Enqerê dikin. Careke dinê jî ne li apanên xwe yên li Qazî re nameyekî dişînin, ne têlekî dixin û ne jî xeberekî dişînin. Hecî Ûsiv wan jî diçine Sarzêpê, hîn dibin ku koçkirine, lê tu kesekî nizabûye koçî kuderê kirine.
Wusa zarokên Sedoyê apê xwe wunda dikin.
Wundabûna wan ji Hecî Ûsiv re dibe derd.
Piştî ku ew wusa diçin û ti xeber ji wan nayê hildan, Hecî Ûsiv tim di derdê wan de dimîne, tim dibêje "Min zarokên Sedoyê apê xwe wunda kirin" Mistefayê kurê Hecî Ûsiv dinêre ku bavê wî pir li ber xwe dikeve, soz dide bavê xwe û dibêje "Ez soz didime te ku, ez dê wan bibînin".
Mistefayê Hecî Ûsiv çawa wan dibîne?
Mistefa tim li wan digere, ji Qers û Erdêxanê kî/ê dibîne, pirsa wan kurapên xwe ji wan dike. Endema jina Tefîk İşikê kurê Edoyê Kerîmê Ahmedê Mihoyê Silo, xizma Hecî Ûsiv e. Endem jî xelqê Erdêxanê ye. Sala 2005 an de, xizmekî Endemê tê Agiriyê, ew û Tefîk ve diçine dikana mala Hecî Ûsiv, Mistefayê Hecî Ûsiv ji wî xizmê Endemê re dibêje:
"Li Erdêxanê gundê Sarzêpê xizmên me hebûn, paşnavê wan Baş e. Gelo tu nikarî xeberekê ji wan hildî ku ji kude çûne?"
Ew kesa dibêje:
"Ez ku vegeriyame Erdêxan ê ez dê lêkolînê bikim."
Mistefa têlefona wî xizmê Endemê hildide, nimara xwe jî dide wî û ew kesa diçe Erdêxanê. Çend meh derbas dibe, lê tu deng jê dernakeve. Mistefa li wî digere û dibêje:
"Ka te ça kir, ka te yê xeberek bida min?"
Dibêje:
"Ez dipirsim, ez ku tiştekî hînbûm ez dê li te bigerim."
Çend meh derbas dibin, ew kesa li Mistefa digere û dibêje:
"Mizginiya min bide, min nimara têla wan dît."
Mistefa dibêje:
"Mizginiya te ser çavan."
Nimarê dide Mistefa, nimara ya bajarê Enqerê ye. Li wê nimarê digere meclîsa Tirkiyê derdikeve. Mistefa dîsa li wî kesê Erdêxanê digere, nimarê kontrol dikin ku wî kesî hejmarek xelet gotiye. Vê carê nimara rast digere, jinik derdikeve dibêje:
"Ez jina Mihemed Baş im."
Mistefa dibêje:
"Ez ji Agiriyê me, biraziyê wî me. Dê kengê were?"
Jinik dibêje:
"Nîv saet şûn de dîsa bigere dê were."
Nîv saet şûn de Mistefa dîsa li nimarê digere, bi bersivê re Mihemed ji Mistefa re dibêje:
"Can ez bi qurbana dengê te bim."
Mistefa dibêje:
"Xwedê jê razî, me cihê we nizanibû we çima xeberek nedişand?"
Mihemed dibêje:
"Em carekê ji we qetiyan, êdî rûyê me tunebû ku em li we bigerin."
Mistefa mizginiyê dide Hecî Ûsivê bavê xwe jî, Hecî Ûsiv pir şadibe.
Ekrem Öner ê kurê Sebriyê Hemîdê Eliyê Emo, mala wî Enqerê bû. Mistefa li wî re dibêje û Ekrem çend caran diçe seriyan dide wan.
Hindik maye ku malbat bibe Tirk.
Ekrem ji xizmên xwe yên li Agiriyê re dibêje:
"Erê em û ew em kurên bavê hev in. Lê ew pir guherîne, hingî ku li Erdêxanê di nava Terekemeyan de mane, bûne Tirk. Tenê dizanin Kurdin, lê hêdî hêdî wê jî ji bîr dikin."
Ekrem wusa dibêje, lê dîsa jî xizmên wî dibêjin "Çi bin jî, kurapên me ne."
Sala 2010 an de, Mihemedê Sedoyê Hisoyê Emoyê Mihoyê Silo li Enqerê diçe ser heqiya xwe. Kur û neviyê Hecî Ûsiv, Xalit, Mistefa û Mihemed bi tevî Ekremê Sebriyê Hemîd diçine ser xweşiyê.
[Li ser kêlekê merzelê Mihemedê Sedo dinivîsîne 'Ji giregirên Erdêxanê']
Sê kurên Mihemed, kurekî Hemîd ve hene. Li wê derê ji pismamên xwe yên ji Agiriyê hatine re dibêjin:
"Bavê me wan qet qala we nedikirin. Ku qala we bikirina û bigotana li filan derê ne, me yê bihata û hûn bidîta."
Hewldana ku dîsa wan bikin Kurd
Niha qîz û kurên Mihemed û Hemîd, bi kesên ji malbata me re bi têlefonê ve xeberdidin. Wekî din Ekremê apê me, hey caran diçe yek serî dide wan. Herkes ji wan re qala Kurdbûna wan, ji kîjan malbatê ne, ji çi eşîrene dike. Min (Nihat Öner) jî çendek berê li ser facebookê ji Yenerê kurê Mihemedê Sedoyê apê me re peyamek bi tevî vê şecera (navnava malbatê) li jêrê şand û gotê: "Her çiqasî hûn bûbûne tirk jî, hûn kurdên herî resen û paqij in. Malbata me ji ber bê dewletiya miletê kurd wuha perçe perçe bûye." Min dirêj dirêj qala hin tiştan kir ku ew peyama min bibîne, ez dê hewl bidim ku, wî di bin bandora xwe de bihêlim û wî bidim bawerkirin ku pişaftin (asîmîlasyon) tiştekî ne baş e û divê zûtirê ji vê jehrê xwe paqij bikin.
Sal bi zemana derbas dibe, bi zar û zimana tê gotin. Wateya vê gotinê; zeman salê derbas dike/tîne, zar û ziman jî ew bûyerên ku bûne, rave dike, vedibêje. Lê êdî tenê zar û zeman têrê nake, divê tiştê ku tê ser zar û zimana, were nivîsandin jî ku neyê ji bîrkirin. Min jî bi vê fikrê ve ev nivîsa amade kir.
Mirov dikara li ser malpera Şaredariya Enqerê lêgerîna merzelan bike. Ev jî li gor wê malperê, cihê merzelê Mihemedê Sedo ye.
* Recû: Wexta kesek têkeve tengasiyê, tunebûnê, yan jî mêrekî bikuje dê perê xwînê bide, yan qîzekî birevîne dê qelend bide, dikeve nava xizmên xwe alîkariyê berhev dike. Kî çi da, berhev dike.
Nîhat Öner
15.03.2016
Jineke vê malê, Mîrzoyê kalikê Hecî Ûsiv dîtibû (Jinik zû de miriye) digot jinikê bi tirkî gotiye; ben Mirzo dedeme kurban olayım, bülbül gibi sesi vardı.
YanıtlaSilMirzo jî kurê wî Mihemed jî deng xweş bûne. Dengbêjtiya wan hebûye.