Wexta riya ji Agiriyê diçe Giyadînê tê çêkirin, gundiyên me jî bi erebeyên xwe yên ga ve diçin di rê de dixebitin. Yek ji wan jî Hecî Ûsiv (Öner) e.
Salên di navbera 1930'î û 1940'î de riya ku ji Agiriyê diçe Giyadînê û Bazîdê tê çêkirin. Wî çaxî maşîne, dozer û h.w.d tunebûne.
Dewletê ji gundên herêmê mirovên ku gayên wan hene wek pale girtine. Ji gundên dev û doran mirov bi ga û erebeyên xwe yên gayan ve diçin. Hemîdê Elî (Hamît Öner) dîbîhîze ku ew ên ku bi erebeyên xwe ve diçin di çêkirina rê de dixebitin, ew jî biraziyê xwe Hecî Ûsiv dişîne.
Hecî Ûsiv diçe kî ku çiqasî bixebite, li gorî wê pereyan hildide. Him baş dixebite û him jî gelekî baş gayên xwe xweyî dike. Çend meh derbas dibe, Hecî Ûsiv wan riya nêzîkî gundekî Giyadînê dixebitin, apê wî Hemîdê Elî ji wî re xeberê dişîne, dibêje:
- Min bîhîst ji gundên dev û dorê yên ku bi gayên xwe ve çûne di rê de dixebitin, ji ber dizan vegeriyane û hatine. Tu jî were, bira gayên me neyên dizîn.
De merivên berê jî bi qedir û rêzdar bûne; Hecî Ûsiv çawa ku xeberê hildide, xatirê xwe ji xwediyên kar dixwaze, pereyê xwe ji wan distîne û berê xwe dide Qazî.
Wexta rê de tê, gundekî nêzîkî Avekevirê diçe bostanekî û hin xiyar, qire û qawûnan distîne, dide ser ereba xwe û diçe gund.
Diçe gund, dinêre ku Apê Ed, Apê Îsmaîl, Apê Hemîd, Qerebekir (Akbulut) û Hecî Elî (Akbulut) ve li ser çemê Mûradê ber bi wî tên. Diçe giştan dibîne, kêfxweşiyê û xêrhatinê didine hev, giş dinêrin ku Hecî Ûsiv wusa gayên xwe nihêrî ye, ji goşt pişta wan, mîna pişta masiyan bûne. Paşê Hecî Ûsiv hinek qire, qawûn û xiyar dide wan ew dixwin. Hema li wê derê deste pere derdixe dide Apê Hemîd. Apê Hemîd ku dibîne pere pir gelek in, jina xwe Xanê re dibêje:
-Qîzê Xanê, zû kinc mincên Ûsiv bişon, bira ser merê xwe bişo û sibê dîsa here.
Hecî Ûsiv jî wî çaxî bi Cehara Emerê Nado re dergistî bûye. Apê Ed û Apê Îsmaîl dibêjin:
- Na, wexta ku te gede ji karê wî qetand û got 'were', êdî çûyîn tune. Rojê wî bibire û dewata wî bike.
Rojên wî dibirin, salek du sal disekine, diçe eskeriyê (1941).
Beriya wê jî, dema gundiyên me çawa ku Qers û Îdirê tên (1910-1920), Hecî Elî û Qerebekir ve di riya reş ya ku ji gundê me re diçe de dixebitin. Hin caran jî merivan jî ji gund wek pale dibin û çawîştiya koma xebatkaran dikin. Sala pêrar Ademê Hecî Kemal (Aksoy) min re gotibû ku;
"Mala kalikê min (Mala Qerebekir), lomekî berê hebû ku ew loma yên ew zemanê ku herdu bira di rê de xebitîne yê wî zemanî ye. Tiştekî pir zexm û baş e. Min ew anî mala me."
Dibe ku bi mijarê têkiliya wê tunebe, lê min li jorê got "merivên berê bi qedir û rêz bûne". Ez ê di vê derê de mînakekê bidim;
Hecî Ûsiv dizewice, daweta xwe dike û hinekê wext derbas dibe, wê salê dîsa loda xwe ya gihê datînin û hêviya zivistanê disekinin, Hemîdê apê wî dibêje:
- Em ê loda xwe ya gihê bifroşin û herin gundê Mengeser û ji xwe gihê bikirin.
Hecî Ûsiv jî dibêje:
- Xwedê jê razî, em ê çima zehmetekî ji xwe re têxine du zehmetan? Xwe gihayê me heye û me lod daniye. Em çima loda xwe bifiroşin û gihayekî din bistînin.
Hemîdê apê wî jî dibêje:
- Wey te ça ber min xeberda? êdî tu çareya wê tune ezê te ji malê cihê bikim.
Ew wusa dibêje, Hecî Ûsiv dengê xwe nake. Çend roj derbas dibe, Hemîdê apê wî ji cihêkirinê poşman dibe. Qerebekirê rehmetî dibêje:
- Wexta ku te carekê got 'ezê te cihê kim' hema cihê ke. Bila we jî bibe mal û hal û pêş de here.
Wusa cihê dibe, nava çend salan de dibe mal û hal.
Çend jêrenot:
* Hemîdê Elî kurapê bavê Hecî Ûsiv yê heq e. Kalikê Hecî Ûsiv Mîrzo û Eliyê bavê Hemîd ve birane. Herdu kurên Eme Kelaxê ne. Pênc kurên Eme Kelaxê hebûne.
** Apê Ed û Apê Îsmaîl ve birayên hev in û bavê wan Heso û bavê Hemîdê Elî, Elî ve kurapên hev yên heq in. Heso kurê Eslan e, Elî jî kurê Eme Kelaxê ye. Heso û Emo ve birane. Birayê wan yê din jî Ahmed e (kalikê Edoyê Kerîmê Ahmed).
*** Qerebekir û Hecî Elî birayên hev in û kalikê wan Heso û bavê kalikê Hemîdê Elî Miho ve birayên hev in.
Nîhat Öner
03.09.2016
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder