Mezinên gundê me dizanin, lê biçûk û xort nizanin. Ji ber wê ez dixwazim bi kurt be jî qala bizirxaneya li gundê me bikim.
Berê li gundê me bizirxanê hebûye. Dibe ku hin xwendevan nizanin bizirxane çiye, ji ber we ezê pêşiyê qala wê bikim; Bizirxane ew cihê ku ga û gamêş lê hatine bizirkirin re hatiye gotin.
Bizirxaneya li gundê me, dewsa xaniyê mala Tahirê Koço (Çîçek) de bûye. Piştî ku me qala bizirxanê kir, ez dê vê carê qala zegerekê û aşê zegerekê bikim.
[Zegerek]
Zegerek çiye?
Zegerek ew çêreya ku pê bizir çêdibe re tê gotin. Aşên zegerekê de zegerek tê hêrandin û rûnê wê tê derxistin, rûnê ku derdikeve ve jî bizir tê çêkirin.
Dema yekî ga an gamêşên xwe bizir bikira, digotin "filankesê bizirê dewarên xwe xweş kir". Ev gotin îro jî wek biwêjekî li gundê me heye. Dema yek dê li yekî bikute, dibêje "ez bêm ezê bizirê te xweş bikim" yan, yek lêdanê heq bike, dibêjin "heqe meriv bizirê wî xweş bike". Yan yek lêdanê bixwe (heq kiribe) dibêjin "bizirê wî xweş kirin".
Min di nivîsa bi navê "Kazlılı Sehafê Fılle"de qala aş kiribû, lê ezê dîsa bi kurtî qalê bikim;
Bizirxaneya li gundê me de, xwediyê bizirxanê bizira xwe xwe amade dikir. Beriya niha, berî ku ev kevirê aşê zegerekê nehatibû dîtin jî gundiyên me digotin "Mala Tahirê Koço, berê bizirxane bûye. Xwediyê wê jî yekî File bûye û rûnê zegerekê di aşê zegerekê de derdixist û xwe bizir amade dikir."
Piştî ku ev kevirê aşê zegerekê hate dîtin, gotinên mezinan rast derketin.
Kevir çawa hate dîtin?
Wekî gundiyên me dizanin, xaniyê mala Tahirê Koço, xaniyekî xirabe bû. Xalisê Eyşê (Yilmaz) dewsa wî xaniyî dikire, ew xişir mişirên bin xanî de derdixe û wê derê tewleyekê (axûr) çêdike. Wexta xişiran derdixe, kevirê aşê zegerekê dibînin. Kevir niha li ber mala wan e.
Berê jî hin gundiyên me ev kevira û hevalê wî yê din dîtibûn lê, kesî nizanibû. Ez dê niha qala wê bûyerê bikim;
Cehara rehmetî ya jina Hecî Mihemedê Kurika (Eroğlu), kurên xwe Hikmet û Mistefa re tim qala zêran dike. Rojekê dibêje "dîwarê di navbera mala me û mala Tahirê Koço de zêr hene" Ew ku wusa dibêje, Mistefa û Hikmet ve jî dibêjin emê wê derê vedin. Ew destpê dikin sê rojan vedidin. Hecî Mihemedê bavê wan ê rehmetî dibêje "kuro gura diya xwe ya dîn nekin, navbera dîwarê me û wan de tenê du kevirên aşê zegerekê hene." Herdu bira gura bavê xwe nakin û dawiya roja sisiyan de diçine hîmê bin dîwêr û mêze dikin bi rastî jî du kevirên wek yên aşan hene. Hêrsa Mistefa tê dibêje "Kuro ev sê roj e me hema sewa vî kevirî xwe kuşt, erd veda?" Bi hêrsa kevirê aliyê xwe derdixe, bi bivir ve wî hûr hûrî dike. Dema ku ew wusa kevir hûr dike, bi qasî mehekê bêhna bizir ji mala wan dernayê.
Hêvî dikim ku ev kevirê mayî jî neyê şkestin. Ev dîroka gundê ya wundabûyî ye.
31.08.2016
Nîhat Öner
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder