22 Ağustos 2016 Pazartesi

Delî Balte kî ye?

Delî Balte ji Mala Kurikan e ku navê wî yê rastî Memet (Mihemed) e ku Azeriyan navê Delî Balta li wî kiriye û wusa bi wî navî ve hatiye naskirin.


Delî Balte ango Memet, kurê Ûsivê Girdo ye. Birayekî Memedê Ûsivê Girdo dîsa hebûye, navê wî jî Edo bûye.

Delî Balte bi hêz û quweta xwe hatiye naskirin. Îro jî mîna destanekî li gundê me qala wî dikin.

Navê Delî Balte çawa hildide?

Gundiyên me û Azeriyên Mengeser ve şer dikin, Azerî didine peyê gundiyên me, heta mala Tefê (Tefîk İşik) ya îro tînin. Memedê Ûsivê Girdo bondirexê ereba ga hildide û dide peyê Mengeseriyan. Hinek jî dibêjin bi stûnê ve dide peyê wan. Memet dide peyê Azeriyan, heta nava gundê Mengeser him li wan dixe û him dide peyê wan. Mengeserî dibêjin "kaçın Delî Balta geliyor" (Birevin Delî Balta tê). Ji wê rojê şûn de navê wî dimîne Delî Balte.

Piraniya van agahiyên li jorê ji Hîkmet Eroğlu hatine wergirtin. Hinek agahî jî ji Hecî Ûsivê kalikê min hatine wergirtin.

Nîhat Öner
23.08.2016

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder