24 Ağustos 2016 Çarşamba

Şerê Hecî Ûsiv û Resûl Begê

Qaziyî çawa ji Qers û Îdirê hatine Agiriyê, tim bi Resûl Begê Zîro re navbera wan nexweş bûye. Heya Resûl Beg dimire jî her wusa berdewam dike.


Dema Qaziyî ji Îdir û Qersê tên, diçine cem kurapê xwe Seyadê Feqî Hesen (Seyad Aslan) yê li Zîro. Li wê derê Resûl Beg dixwaze heqaretê li apê Hacî û kurê wî Elî (Aksoy) bike. Di wê bûyerê de Qaziyî lêdixin serê wî dişkînin û koçî Qazî dikin. Wî çaxî File teze ji Qazî derketine, ev jî diçine Qazî û gund ji nû ve ava dikin.

Em werin mijara xwe; Resûl Beg (1863-1945) jî mîna Qaziyiyan eslê xwe Redkî ye. Wan re dibêjin "Torina Kosa" Qaziyî û mala Feqî Hesen ya li Zîro ve jî ji bereka Kumkan in. Resûl Begê kurê Eyup Paşa jî mîna bavê xwe di dema Osmaniyan de xwediyê Alayeke Hemidiyan bûye. Ji ber xizmetên wan, dewleta Osmanî gundên Kopqiran û Zîro dide wan. Mezinên gundê me dibêjin Resûl Beg bi piştgiriya Osmaniyan ve zor zilm li Kurd û Fileyan kiriye. Di dawiya emrê xwe de jî dikeve tunebûn û belangaziyê; wusa dibe ku li Lîça di navbera Qazî û Zîro de sibê heya êvarê peyê tajiyan digire. Wusa dibe ku kêlikê merzelan dibe, dişewitîne û pê wan xwe germ dike.


Em werin mijara xwe;

Hecî Ûsiv (Öner 1921-2006) dema teze li eskeriyê tê, bi Sebriyê (1932-1985) kurapê xwe re diçe zeviyên xwe yên li hindera Zîro binêrin. Hecî Ûsiv 24-25 salî bûye, Sebrî sivik bûye emrê wî 14-15 sal bûye.

Ew li zeviyan dinêrin, ji nişka ve Resûl Beg li ser hespê, di dêst de qamçî ber bi wan tê. Resûl Beg tê cem wan, ne silavekî dide ne jî tiştekî dibêje, qamçiyekî li Hecî Ûsiv dixe. Hecî Ûsiv dibêje:

- Xwedê jê razî, tu çima li min dixî?

Resûl Beg bersiva wî nade, dîsa lêdixe. Hecî Ûsiv dinêre ku nabe, qamçiya di destê wî de digire û kaş dike. Bi kaşkirinê re Resûl Beg li ser hespê dikeve xwarê, êdî Hecî Ûsiv bi qamçiyê ve lêdixe. Bi dilê xwe lêdixe. Resûl Beg radibe ber bi Zîro direve. Qasekê derbas dibe, Hecî Ûsiv dinêre ku Zîro bi Zîrokî ber bi wan direve. Sebriyê kurapê wî li cem e, dibêje 'ez niha ber Qazî birevim, Sebrî sivik e nikare bireve, yê wî bigirin.'
[Sebrî Öner]

Hecî Ûsiv nareve, dinêre ku xalanên wî yên li gundê Kopqiran di zeviyê de dixebitin, ber bi wan diçin. Di Kopqiran de kurapên diya Hecî Ûsiv Çîlê hebûne. Navê kurapekî diya wî Taşo bûye. Digotin Kopqiran û Zîro giş li Taşo ditirsiyan. Hecî Ûsiv bi tevî Sebrî diçine cem Taşo, Resûl Beg jî bi tevî merivên xwe li peyê wan tên. Taşo dibêje:
- Ûsiv mesele çî ye?

Hecî Ûsiv dibêje:
- Em li zeviyê bûn, wî hat ciyê tu tune bi qamçiyê ve li min xist, min jî qamçî ji destê wî hilda, li wî xist.

Taşo dibêje:
- Resûl tu çi ji xwarziyê min dixwazî, derdê te çiye?

Resûl Beg dibêje:
- Lêêê min Eliyê Hacî xist, ber min dengê xwe dernexist, min Tahirê Koço xist, ber min dengê xwe dernexist, ev çawa ber min dengê xwe derdixe?

Taşo dibêje:
- Kurê nemeriva,  wan dengê xwe dernexstiye, ev derdixe. Xelq golikê bavê te nîne. Lêxe here mala xwe, kî ku destê xwe bide xwarziyê min, Kopqiran û Zîro de emê qira mêra bînin.

Resûl Beg serê xwe xwar dike, stûye xwe dixurîne û bi tevî merivê xwe berê xwe didine Zîro. Taşo jî Hecî Ûsiv re dibêje:
- Eferim xwarzî, wuha mêr be, serê xwe ber kesî xwar neke.

25.08.2016
Nîhat Öner

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder