16 Ağustos 2016 Salı

Merê spî yê mala Ûsivê Apê Ed

Wekî xwendevan jî dizanin hefteya derbasbûyî birayê min, kurapê min Mihemed (Memet Öner) çû ber emrê xwedê. Min Fêhm kir ku ev dinya, dinyayekeke vik û vala ye û mirin bi qasî mûyekî porê me nêzîkî me ye. Ji ber wê min çi ku ji mezinan bihîstiye, çi dizanim ez ê hewl bidim zûtirê binivîsînim.


Ûsivê Apê Edê (Yusuf Yıldız) merivekî gelekî merd, camêr û helal bû. Min ew bi çavê xwe dît, naskir û jiyana wî raçev kir. Wekî gundiyên me jî dizanin, Apê Ûsiv, merivekî zef merd bû; êvar êvar gundiyên me giş li mala wî diciviyan, dixwarin û vedixwarin. Mala wî, cihê civata xort û kalan bû. Salên nodî de çayxana me hebû, dema Apê Ûsiv bihata çayxanê, çiqas nas li çayxanê bibûna giştan re çay dixwest.

Çawa ku Kurd dibêjin "Merivekî dewletî têkeve tunebûnê, çil salî bêhna dewletîbûnê ji wî tê, merivekî belangaz jî têkeve dewletîbûnê çil salî bêhna belangaziyê ji wî tê" Apê Ûsiv jî wusa bû, ji hebûnê ketibû tunebûnê, lê heta mirinê jî bêhna eselatê û dewletîbûnê ji wî dihat.

Em werin mijara merê spî;

Digotin wexta Apê Ûsiv dewletîbûye, merekî wan yê spî hebûye. Êdî mer milyaket bûye, perî bûye yan cin bûye xwedê bizanibe, digotin wexta pezeke wan, yan bizin, yan çêlekeke wan di gomê de yan tewlê de biza, ew merê spî dihat, tik tik derî dixist gazî wan dikir. Şahîsmaîl û kurên Apê Ûsiv yên din îro jî sond dixwin û dibêjin "me bi çavê xwe ve didît merê spî dihat, derî dixist gazî me dikir, me derî vedikir paşê diçû."

Heta ew mera hebûye, hal û wextê Apê Ûsiv jî hemasa xweş bûye. Rojekê ew cihê ku kermeyên (sergîn) wan tê de ne vêdikeve, di wir de çi hebe giş dişewite û mer jî pê re dişewite. Piştî ku merê spî wusa dişewite, mala Apê Ûsiv roj bi roj ber bi tunebûnê diçe.

Wekî din malbateke din jî gundê me heye, ew malbata jî meran nakuje. Mistefayê Apê Îsmaîl, kurapê Ûsivê Apê Ed e. Apê Ed û Apê Îsmaîl, kurên Hesoyê Eslan'in. Eslan jî birayê kalikê me Eme Kelax e. Eslan, Ahmet û Eme Kelax, kurên Mihoyê Silo ne.

Diya Mistefayê Apê Îsmaîl (Yıldız) Valdêya Elî, qîzapa kalikê min Hecî Ûsiv (Öner) e. Meta Valdê wexta teze bûktî hatiye mala Apê Îsmaîl, çend zarokên wê dibin. Hemasa tê lê dinêre, mer tên û zarokên wê yên di dergûşê re dilîzin. Çend caran meran dikujin, bûyerên nebaş têne serê wan. Piştî ku wusa tiştên nebaş têne (mînak zarok dimirin) serê wan, êdî têgêhêjin ku ew meran milyaket in. Piştî wê, meran nakujin û wan diparêzên. Meta Valdê bûka xwe Hecî Cehar jî şîret dike û dibêje "çi dikî bike, ew merên têne vê malê nekuje."

Niha xwîşka min Aysel, bûka Hecî Ceharê ye. Ayselê digot "rojekê merek kete mala me, xesiya min deboyekî rûn anî, danî pêşiya mer û gotê 'bimbarek têkevê, bimbarek têkevê' mer kişiya kete debo, xesiya min bir danî jêra axpîna (zeviya pêşiya malê) me û vegeriya hat"

Dema mala me li gund bû, mala me û mala Apê Îsmaîl kêleka hevbûn. Hin caran me li ber derê wan merên wusa bedew didîtin, meriva qêmîş nekidir li wan meran binêre. 

Meriva her cureyî, her rengî mer li ber derê wan didît, heta hin kesan merê bi qoçilî jî li ber derê wan dîtibûn.

Merê bi qoçilî jî min bi çavê xwe nedîtiye lê, mezina digot du qoçên wî hene û mîna bizinan deng derdixe.  Mezina behs dikir, pêncî-şêst sal berê li dev û dora gundê me zehf bûne. Çend sal beriya vê, Mûratê (Fîdan) hevalê min got "wexta em biçûkbûn, min merek ber derê mala Apê Îsmaîl dît, qoçên wî hebûn" Xwîşka min Ayselê jî wê jorê min re got "çend sal beriya vê, me merê bi qoçilî li ber derî dît."

 Rehmetiyê kekê min Mihemed jî ew li Giyadînê dîtibû. Ez sala par li Stenbolê mêvanê wî bûm, min re behsa bûyerên berê dikir. Çawa bû nizanim, mijar hate meran, got: "Ew li Giyadînê zozanan bûn, kidîkeke me wunda bû. Heciyê kalikê min got 'bigere ka tu nabînî?' Ez jî ketime wan rast û bestan, me guhê xwe dayê dengê kidîkekê tê, ez ber bi deng diçûm, min dît zeviyên ceh diqelişin, tiştek tê. Min dît merekî bi qoçilî, zeviyê diqelişîne û ber bi tê, ez reviyam".

 Rehmet li gora wî be, emrê wî 45-46 bû, lê aqil, feraset û zanîna wî, mîna merivekî sed salî bû. Kî/ê ku vê nivîsê bixwîne, bila Mihemedê ku bi çûyîna xwe ya zehf zû ve agir berî cegera min da re fatihekî bixwîne.

17.08.2016

Nîhat Öner

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder